'Têkoşîna jinên Kurd di dîrokê de deng veda' 2017-12-21 10:46:55   EFRÎN - Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî  Mistefa li ser sala 2017'an û pêşketinên  ku hatiye jiyîn nirxandin kir û wiha got:" Di sala 2017'an de têkoşînek bêhempa li dijî DAÎŞ'ê hat kirin û lehengiya jinên Kurd di dîrokê de deng veda."   Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mustafa sala 2017'an nirxand û  destnîşan kir ku di vê salê de pêşketinên girîng hatine jiyîn û wiha got:" Di sala 2017'an de têkoşîna li hemberî DAÎŞ'ê bû sedema pêşketinên giranbiha."   'Saleke serkeftî û girîng bû'   Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mustefa di derbarê sala borî de wiha dest bi axaftina xwe kir:"Di sala 2017'an de em ketine qonaxeke nû. Piştî tunekirina DAÎŞ'ê em ketine pêvejoyeke nû ango pêvejoya sîyasî. Di siyasetê de beşdarbûna jinê jî gelek girîng bû. Heremên ku bi pêşengtiya jinê  hatine rizgarkirin bandoreke xwe ya mezin li ser civaka me jî kir.  Jina ku ji xwe bê bawer bû, bi hêza jinê ve careke din baweriya wê xurt bû. Piştî rizgarkirina heremên di bin dagirkeriyê de, jinên ku li heremê jina kurd ji bo xwe wekî mînak dît."    Jin li gor felsefeya Netewa-Demokratîk têdikoşe!     Hêviyê  wiha pêde çû: "Jin li gor felsefeya netewa-demokratîk tekoşîna xwe dimeşîne. Jinê di warê guhertina hişmendiyê de gavên berbiçav avêtiye.  Ev jî wekî serkeftinên sala 2017'an hatiye bi destxistin. Dîsa beşdarbûna  jinên Ereb, Turkmen, Suryan a ji aliyê leşkerî ve gelek xurt bû. Ditîn ku xeta jina kurd li ser dimeşe xeta bi hêz, bi îrade, rast û azad e. Loma ew jî di vê xetê de meşiyan. Her wiha di milê siyasî, diplomasî, aborî û civakî de  heman jinan cihê xwe girtin."   Civaka bi rêxistinkirî bi ser dikeve!   Hêviyê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Civaka bi rêxistinkirî wê bi ser bikeve. Civaka ku bi felsefeya Netewa-Demokratîk  tê avakirin di warê exlaq, wijdan, dîsîplîn, leşkerî, siyasî, aborî pêş dikevin. Civak ji her alî  de bê ferq û cudahî bi  hev re dijîn. Hêza leşkerî ya ku îro mezin dibe, hiştiye ku artêşeke netewî derkeve holê.  Ew jî dihêle ku hemû gelên li heremê ji hêza xwe ya leşkerî bawer bin. Dîsa diplomasî ji xebata zayendî û nîjadî dûr  tê meşandin."    'Wekheviya ku li Rojava-Bakurê Sûriyeyê hatiye avakirin tehemmul nakin'   Hêvî Mistefa di dawîya axaftina xwe de wiha got: "Hemû gelên li heremê dijîn bi rengê xwe di nav xweseriyê de cih digirin. Bêguman dijminên gelan bê navber êrîşî heremên me dikin. Wekheviya  ku li Rojava-Bakurê Sûriyeyê hatiye avakirin, nikarin tehemul bikin. Ligel hemû êrîşan jî gel xwe diparêze. Niha Dewleta Tirk a dagirker di her kêlîyê de gef li herêma me dixwe. Gelê Efrînê geleki berxwedêr e. Loma dagirker nikarin bi gel. Dîsa bi projeya federesyona Bakurê Suriyeyê em ê pergala îmraliyê bişkînin. Em weke Jinên Kurd deyindarê Rêberê xwe ne. Em soz didin şehîdên xwe, gelê xwe ku heta em azadiyê  bi dest nexin em ê nesekinin. Em weke Jinên Kurd ên pêşengên vê pergalê dibêjin ku em ê sala 2018'an bikin sala azadiya Rêber Apo û Kurdistaneke azad. Her wiha ji bo ku Şêwra Kongreya Netewî were lidarxisin, em ê xebata xwe bi rengekî serkeftî bidomînin."