Polîsan bir ser avahiya HDP’ê ya Kadikoyê de girtin 2017-12-19 12:08:19   STENBOL- Polîsan bir ser avahiya HDP’ê ya Kadikoyê de girtin. Li rêxistina navçeyê lêgerîn berdewam dike.    Polîsan bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Kadikoyê de girtin. Polîsan bi wesayetên zirxî avahî dorpêç kirin û deriyê wê şikandin. Her wiha hat zanîn ku derbarê rêvebira navçeyê Gul Demir de biryara binçavkirinê hatiye girtin.