Daraza mêr qêrîna Şehrîbanê nebihîst û qetilkirina wê temaşe kir 2017-12-19 09:12:33   Hîkmet Tunç   WAN-3 meh beriya ku Şehrîban Dînç ji aliyê Esat Dînç ve bê qetilkirin,derket holê ku daxwaznameyek ji Buroya Alîkariya Edlî ya Serokatiya Baroya Wanê re nivîsiye.  Di daxwaznameya ku bi destê xwe nivîsiye de Şehrîbanê wiha dibêje: “Ji kerema xwe re beriya ku jinek din bê qetilkirin û bêyî ku jineke din bê qetilkirin alîkariyê bidin min.”    Derket holê ku Şehrîban Dînç 3 meh beriya ku bê qetilkirin di 30’ê îlona di 2016’an de ji Buroya Alîkariya Edlî ya Serokatiya Baroya Wanê re daxwaznameyek nivîsiye û alîkarî xwestiye.  Daraza mêr ya qêrîna Şehrîbanê nebihist, qetilkirina wê temaşe kir.   ‘Min 7 salan şîdet dît’   Şehrîban di daxwaznameya xwe de diyar dike ku rastî şîdeta sîstematîk a Esat hatiye û wiha gotiye: “7 sal e zewicandî me. Di van 7 salan de min şîdet û îşkence dît. Her tim der barê Esat de cezayê durxistinê hat dayîn. Ligel vê ceza piştguh kir. Her tim şîdet û tehdîd hebû. Zarokên min bi kêrê tehdîd dike.  psîkolojiya me serobino bû. zarokên min perîşan bûn. Alîkariyê bidin min.  Bi dehan carî li cem min û zarokên min hişbir bikar anî. Lê bikaranîna hişbir înkar dikir û derew dikir.  Ez li pêş malbat û zarokên min xerab dikirim. Ji min re digot ger ti min berdî ez ê wêneyên te yên bêyî agahiya te bikişînim û bidim emniyetê.  Pere û zêrên min dizîn.  Telefona min dizî. Pereyê zarokan ê di  qumbarê de dizîn.”    30.09.2016… Şehrîban Dînç…   Şehrîbanê daxuyakirin ku di pêvajoya berdanê de alîkariya edlî xwestiye û daxwaznameya wê wiha bi dawî dibe: “Esat niha min tehdîd dike. dibêje ger ti min berdî ‘ez ê te û zarokên te bikujim’.Ez parêzer dixwazim. Bila ji min û zarokên min dur bikeve. Wê zirarê bide min û zarokên min.  Kesekî xezel û xetere.  Ji kerema xwe re beriya ku jinek din bê kuştin û ji bo nebe dereng alîkariyê bidin min. 30.09.2016 Şehrîban Dînç."   'Dixwazim cezayê heri giran bigire'   Dayika Şehrîbanê Bendî Dînç jî diyarkir ku keça wê bi awayê aşkera hatiye qetilkirin û got ku Şehrîban li gel ku bi caran çû li qereqolê derbarê Esat de gilî kir jî Esat tenê bi cezayê dûrxitinê hat cezakirin. Bendiyê di berdewamiya axafitna xwe de wiha got: "Li gel ku Esat bi cezayê dûrxitinê hatibû cezakirin jî her roj keça min û zarokên wê bi kuştinê tehdît dikirin.  Li gel ku Esta 7 salan bi keça min re zewicandî ma û du zarokên wan hebûn jî Esat qet bi wan eleqedar nebû. Keça min bi tena xwe li ber xwe da. Ji ber ku keça min xwest ji Esat bê berdan, zarokên xwe li gel xwe xwestin û doza tazmînatê kir ji aliyê Esat ve hat qetilkirin. Ez heta dawiyê li pey doza keça xwe me û dixwazim ku Esat bi cezayê herî giran bê cezakirin. Ez ji vir bang li hemû jinan dikim dibêjim bila jineke din neyê kuştin û li hev xwedî derkevin."