Komkujiya Mereşê: Jin, zarok qetilkirin 2017-12-19 09:07:39   Gulîstan Azak   MEREŞ - Şahidên komkujiya Mereşê bi gotinên ‘Kal, pîr, nexweş qetil kirin.  Zikê jinên ducanî qelaştin û zarokên nehatibûn dinê darvekirin, şewitandin’ komkujiya Mereşê vedibêjin û diyar dikin ku tevî 39 sal derbas bûye jî hîna wek duh wan rojên şermê bi bîr tînin.    Şahidên komkujiya Mereşê bi gotinên ‘Kal, pîr, nexweş qetil kirin.  Zikê jinên ducanî qelaştin û zarokên nehatibûn dinê darvekirin, şewitandin’ komkujiya Mereşê vedibêjin û diyar dikin ku tevî 39 sal di ser bûyerê re derbas bûye jî hîna wek duh wan rojên şermê bi bîr tînin. Di êrîşên di navbera 19-26’ê Kanûna 1978’an de li Mereşê pêk hatin 111 welatiyên Kurd-Elewî hatin qetilkriin, bi hezaran kes birîndar bûn, jin rastî îstîsmara zayendî hatin û îşkence li wan hat kirin. Sultan Sonmez ya şahida komkujiyê ye tiştên jiyan ji ajansa re vegot. Sultan ya wê demê 37 salî bû, di komkujiyê de xizmên xwe jî wenda kirin.   ‘Li dijî cenazeyan jî rêzdarî tunebû’   Sultanê destnîşan kir ku ji bo cenazeyên mamoste Haci Çolak û Mustafe Yubaşioglu ku hefteyek beriya komujiyê hatibûn qetilkirin bigirin li taxa Yoruk hatine cem hev û ji bo cenazeyê bigirin ber bi nexweşxanê ve çûne û wiha pê de çû: “Ji bo Cenazeyên me jî rêzdarî tunebû. Ji ber me cenaze negirtibûn em ji taxê ber bi navendê ve meşiyan. Em gihiştin sûkê. Me dît ku amadekariya êrîşan tê kirin. Piştre em bi lez vegeriyan malên xwe. Ji xwe hefteyek derbas nebû komkujiya Mereşê dest pê kir.   ‘Çima mirov li hev kirin dijmin’   Sultanê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku di komkujiyê de gelek xizm û cîranên xwe winda kirine û ev tişt anî ziman: “Keça min ya li zanîngeha Kirşehîrê dixwend wê demê ji ber êrîşên faşîst birîndar bibû, hatibû malê. Ez, hevjîn û keça xwe sibehê rabûn, me dît ku xaniyên me hatine dorpêçkirin, bi sedan kes di destê wan de sator, kevir, çek, kêr heye li hember taxê şer dane destpêkirin.  Xaniyê me ji axê bû. Ji bo em xwe ji êrîşan biparêzin em çibûn mala cîranê xwe.  Bûyer pir mezin bibûn. Gule dihatin barandin. Me dît ku em li mala cîranan jî ne di ewlehiyê de ne. Ev vegeriyan mala xwe. Tiştên em jiyan pir bi xof bûn. Me nikaribû di pacê re jî binêrta. Zarokên ku dê û bavê wan hatibûn kuştin, yên serê wan hatibûn jêkirin, her tişt li vê taxê hat jiyîn.  Êrîşkaran dirûşmên ‘Ji komunîstan re mirin, ji Kizilbaşan re mirin’ diqêriyan.  gelo tişta ku mirov li hev kiribûn dijmin çibû? Me tiştek fam nedikir.”   Sultanê nêzîkatiya leşkeran yên ji bo ewlehiyê şandibûn taxê jî wiha vegot: “Di rojên komkujiyê de qaşo leşker şandibûn ku me bibin kişlaya leşkerî. Me xizmên xwe ji leşkeran dipirsî digotin ‘ji me re çi, ji xizmên we’. Bi ser me de diqêriyan û heqeret li me dikirin.”   ‘Ciwanên sax man jî di 12’ê îlonê de wenda bûn’   Sultanê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Piştî komkujiyê şûnde darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê pêk hat. ev darbe ji bo me dîsa bû komkujiyek nû.  Ciwanên me yên ji komkujiya Mereşê sax mabûn di  darbeya 12’ê Îlonê de ji me girtin.”