'Rêjîma Îranê bi qetilkirin û binçavkirina gelê Kurd tê nasîn!' 2017-12-19 09:02:08   Sorgul Şêxo   TIL TEMIR - Rêvebera Kongreya Star Çinar Yûsif kuştina du ciwanên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi destê rêjîma Îranê bi tundî şermezar kir.    Rêjîma Îranê ji dîrokê û heya roja îro, bi hemû awayî îşkenceyê li kurdên Rojhilatê Kurdistanê dike. Her wiha jin, ciwan û hema her zindiyekî qetil dike û binçav dike yan jî bi dar ve dike. Hêzên Rêjîma Îranê beriya du rojan li gundê Bitoşî û Meza yên girêdayî navçeya Serdeştê ya Rojhilatê Kurdistanê du ciwanên bi navê  Mihemed Beranî û Osman Kurdî bi hinceta ku bazirganiyê dikin, qetil kirin.  Rêvebera Kongreya Star Çinar Yûsif jî qetilkirina ciwanên kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê şermezar kir û nerînên xwe têkildarî bûyerên kuştina welatiyên kurd de anîn ziman.    'Rêjîma Îranê bi qetilkirin û binçavkirina Gelê Kurd tê nasîn'   Çinar Yûsif da zanîn ku rêjîma Îranê bi qetilkirin û binçavkirina Gelê Kurd tê naskirin û wiha got: "Ne ji îro ve, ji destpêka dîrokê de  rêjîma Îranê kurdan qetil dike. Ev ne cara yekemîn e ku kurd tên binçavkirin û darvekirin. Tevî van kiryaran jî gelê kurd bi fikir û felsefeya xwe ya azad, bi parastin û rêxistinkirina xwe tê naskirin. Jixwe ev mînak li Rojava-Bakurê Sûriyeyê  li ber çavan e. Îro bi pêşengîya ciwanên kurd ev herêm tên parastin, ji bo wê jî bi fedekariya xwe tên nasîn."   Çinarê di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Bila êdî sazî û kesên li Rojhilatê Kurdistanê ku li dijî van kiryarên rêjîma Îranê ne, her wiha jin û ciwanên kurd û kesên ku heya niha di zindanên Îranê de ne, serî li ber faşîzma rêjîma Îranê hildin û êdî rê li ber darvekirin û binçavkirina kurdan bigirin."   'Çi sûcê kurdên Rojhilatê Kurdistanê heye?'   Çinarê her wiha bal kişand ser bêmafî û bêdadiya ku li hemberî Gelê Kurd tê kirin û wiha pê de çû: "Li Bakur û Rojhilatê Kurdsitanê dewleta Tirk û rêjîma Îranê bi polîtîkayên xwe yên qirêj kurdan qir dikin û di komkujiyan re derbas dikin. Gelo çi sûcê kurdan heye ku bi vî rengî û qirêjiyê tên qetilkirin û her dem jiyana wan di metirsiyê de ye?."   'Divê rêxistinên mafên mirovan helwesta xwe nîşan bidin'   Çinarê herî dawiyê wiha got: "Divê êdî sazî, dezgeh û rêxistinên ku mafên mirovan diparêzin li hemberî rêjîma Îranê helwestekê nîşan bidin û lêpirsînê derbarê kuştin û qetilkirina kurdan de vekin."