ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2017'AN 2017-12-19 09:00:00   *Rêvebera Kongreya Star Çinar Yûsif kuştina du ciwanên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi destê rêjîma Îranê bi tundî şermezar kir.   *Rêvebera dibistana Qasim Gelo, Asya Enter bi fedakiryeke mezin zarok ji bûyera şewatê xelaskir û diyar kir ku şewata cane min ne bû astengî li pêşiya tekoşîna domandina karê min."   *Sekretera Giştî ya TTB’ê ya Mêrdînê Derya Etem diyar kir ku di pêvajoya dawî de wesayîtê zirxî veguherîne alavên qetilkirinê û got wesayîtên zirxî veguheriye pirsgirêka ewlehiyê. BI DÎMEN   *Şahidên komkujiya Mereşê bi gotinên ‘Kal, pîr, nexweş qetil kirin.  Zikê jinên ducanî qelaştin û zarokên nehatibûn dinê darvekirin, şewitandin’ komkujiya Mereşê vedibêjin û diyar dikin ku tevî 39 sal derbas bûye jî hîna wek duh wan rojên şermê bi bîr tînin. BI DÎMEN   *Jinên Loçê bertek nîşanî şîrketa Orya Enerjî ya dixwaze li Geliyê Loçê ym Cîdeya Kastamoniyê HES’ê çêbike dan û diyar kirin ku ew desturê nadin komkujiya hawirdroê û gotin: “Em bi berxwedanê bi ser ketin û em ê dîsa bi ser kevin.”   *Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş der barê hevdîtinên butçeyê ya li Lijneya Giştî ya Meclîsê nirxandin kir û  diyar kir ku butçeya 2018’an ji polîtîkaya şer a hikûmetê re hatiye veqetandin û wiha got: “Di vê butçeyê de navê jinê tine. Edelet tine. Cotkar tine, karker tine, bi kurtasî gel tine ye.”    *Derbarê  Midûra Karên Nisîvê ya DÎHA’yê ku bi KHK’ê hat girtin Dîcle Muftuoglu de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ bi daxwaza 15 sal cezayê girtîgehê doz hat vekirin. Dîcleyê diyar kir ku îdianame îdianameyek absurte û got di alî wan de ti nirxa vê dozê tune ye û anî ziman ku wê wê nikaribin wan ji karê wan dûr bixin.   *3 meh beriya ku Şehrîban Dînç ji aliyê Esat Dînç ve bê qetilkirin,derket holê ku daxwaznameyek ji Buroya Alîkariya Edlî ya Serokatiya Baroya Wanê re nivîsiye.  Di daxwaznameya ku bi destê xwe nivîsiye de Şehrîbanê wiha dibêje: “Ji kerema xwe re beriya ku jinek din bê qetilkirin û bêyî ku jineke din bê qetilkirin alîkariyê bidin min.”