Focên Rojava bi destên jinan tên avakirin! 2017-12-18 17:38:57   SERÊKANÎYÊ - Li gundê elya yê Girêdayî Bajarê Serêkaniyê foceke(Lîva)  leşkeri ya din hat avakirin.   Li Serêkaniyê  Foceke din hat avakirin Foca ku bi navê 'Şehîd Egîd Botan' lî gundê Elya yê bajarê Serêkaniyê hat avakirin dayikên pekrewanan û şervanan jî cihê xwe di avakirina wê de girtin.   Avakirinê Foca 'Şehîd Egîd Botan' bi Merasîmeke leşkeri dest pê kir. Foca ku wê 200 şervanê tê de cihê xwe bigrin Malbata 'şehîd Egîd Botan' jî di avakirina wê de cihê xwe girtin.  Dayika Şehîd Egîd Botan  Emîne Mehmûd û Fermandara YPG/YPJ'ê Sema Sureya di mearasîma avakirinê de axivîn.   Dayika Emîne rengê xwe da avakirina focê    Dayika Şehîd Egîd Botan  Emîne Mehmûd di axafitna xwe  de wiha got: " Foca ku bi navê kurê min tê nasîn ez  li Rêber Apo û li hemû hevalên wî bîroz  dikim. Em weke malbata Egîd hêzê didin hemû hevalên şehîd Egîd. Di li ser rêya pakrawanan pêşve çûn sozdayîna ji bo şehîdan ya herî rast e."    Soza bilindkirina têkoşînê hat dayîn   Her wi fermandara YPJ/YPG Sema Sureya jî wiha got"Em Foca şehîd Egîd Botan li Rêberê xwe Abdulah Ocalan û li malbata Şehîd Egîd Botan û li hemû hevalên wî yên YPJ/YPG'ê pîroz dikin. Em bejna xwe li hemberî hemû şehîdên şoreşê tidewînin û soza bilindkirina têkoşîna wan didin."   Merasima vekirina Foca leşkeri bi gerandina govenda şervanan û dayika pekrewan Egîd Botan bi dawî bû.