Çalakiyên jinan ji bo azadiya Abdullah Ocalan didomin 2017-12-18 15:35:22   QAMIŞLO - Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hinbüna rewşa tenduristiya wî çalakiyên gireva birçîbûnê bi pêşengiya rêveberiya jinên ciwan û  Ciwanên Şoreşger tê li darxistin.   Ji bo wergirtina agahiyan li ser rewşa tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyên konê gireva birçîbûnê dirûşma "Sonda me em ê pergala Îmraliyê parçe bikin, bi Rêber Apo re azad bijîn" di pêşengiya  Rêvebeberiya Yekîtiya Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger ên Bakurê Sûriyê li Herêma Cizîrê tê li darxistin.    Li konê ku bi sedan kes lê ammade bûn,  Meclisa bajarê Qamişlo jî tevli çalakiya kon bû. Konê girevê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû xemilandin.   Di bin konê girevê de Perspektîfên Ocalan hatin guhdarkirin. Her wiha dengê jinên ciwan û dayikan bi dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" bilind dibû. Çalakî berdewam dike.