Derbarê mirina bi gûman a zarokê de 3 binçavkirin 2017-12-18 11:21:12       DÎLOK - Derbarê zaroka ku duh bi awayekî bi gûman jiyana xwe ji dest dayî hat dîtin de 3 kes hatin binçavkirin.   Duh li navçeya Şahînbey ya Dîlokê li parkê di hundirê çente de cenazeyê zarokekê di nava betaniyê de ku li ser qalbeke cemed hebû hatibû dîtin.  Li laşê zarokê şopên derbê hebûn û cenaze rakiribûn Morga Tipa Edlî ya Dîlokê.  Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, di rapora ku ji tipa edlî hat de hat diyarkirin ku  zarok 5 mehî ye û serê wê jî bi derbkirinê hatiye şikandin. Herwiha hat aşkerakirin ku vê zarokê berî bi heftiyekê jiyana xwe ji dest daye.     Piştî dîtina cenazeyê vê zarokê li kmaerayên nava bajêr lêkolîn hat kirin, di encama lêkolînê de hat tespîtkirin ku di 7'ê kanûnê de dîmenê kesekî rih dirêj ku zarokek biçûk derb dikir hatiye dîtin.  Piştî ku hat tespîtkirin navê vî kesî Zîyad El Adbullah e bi demeke kur Ziyad hat binçavkirin.   Her wiha li gel Ziyad El Abdullah 2 kesên din jî hatin binçavkirin.