Çîroka êşa naqede: Mereş 2017-12-18 09:18:05   MEREŞ-Di ser komkujiya Mereşê re 39 sal derbas bû. Guneş Demîr ya 70 salî diyar dike ku her ku ew kesên bi zindî hatin şewitandin bi bîr tîne ji canê wê can diçe û got : “Min tu car ji bîr nekir û ez ê ji bîr nekim jî.”   Ji Koçgiriyê heta Zîlanê, ji Dêrsîmê heta Çorumê, ji Roboskê heta Cizîrê komkujî pêk hatin û komkujiya Mereşê ya lekeya reş ya dîrokî ku berî39 salan pêk hat. Komeleya Ciwanan a Ulkucu fîlmê bi navê ‘Guneş ne zaman dogacak’ anîn Mereşê û di 16’ê Kanûna 1978’an de li Sînemaya Çîçekê nîşan dan. Senaryoya komkujiyê bi bomeya deng a li sînemayê hat teqandin dest pê kir. Nîjaperestan bi hinceta ‘komunîstan bombe danîn salonê’ ji salonê derketin û bi dirûşmeyên ‘Tirkiyeya misliman’, ‘Tirkiyeya netewperest’, ‘komunîst biçin Moskovê’ û ‘Başbug Turkeş’ komkujî pêk anîn.    Komkujiya di 19’ê Kanûnê de dest pê kir di 24’ê Kanûna 1978’an de bi dawî bû. Beriya komkujiyê bi hinceta ‘jimartina nifûsê’ û ‘name wenda nebin’ xaniyên welatiyên Elewî bi boyaxa sor hatin boyaxkirin û 111 welatî hatin qetilkirin. Di êrîşên nîjadperest de bi hezaran kes birîndar bûn û gelek jin rastî tecawizê hatin. 841 xanî û kargerî hatin şewitandin. Ji sedî 80 welatiyên Elewî Kurd koç kirin. Doza komkujiyê heta 1991’ê berdewam kir.  Gumanbarê sereke yê dozê parlamenterê Partiya Xebatê ya Netewperest Okkeş Kenger bû. Piştî bi salan  gumanbarên wek Okkeş Kenger hatin berdan.   ‘Îro roja cîhadê ye’   Tevî di ser komkujiyê re 39 sal derbas bûye jî qêrînên heqîqetê berdewam dikin. yek ji şahidên komkujiyê Guneş Demîr e. Guneşê roja bûyerê yanî 19’ê Kanûnê wiha vegot: “Komekê bi gotina ‘Komunîstan bernedin, îro roja cîhadê ye, di rêya xwedê de serjê bikin’ diqêriyan.  di 19-26’ê Kanûnê de  êrîşî taxên Yorukselîm, Yenîmahale, Serîntepe, Magarali û Mereşê kirin. Ev tax hatin bombebarankirin, nehiştin birîndaran bibin nexweşxaneyê. Tax xistin bin dorpêçê.”   Ma qey tê jibîrkirin?   Guneş a di komujiyê de  gelek xizm û cîranên xwe wenda kirine û wiha pê de çû: “Ez wê demê 31 salî bûm. Ez bi zarokê xwe yê mezin ducanî bûm.  Wek duh ew roj di bîra min de ne. ma ka tê jibîrkirin. Her tişt berê plan kiribûn. Qet agahiya me tinebû.  Deriyên me nîşan kiribûn.  Tenê xaniyên Elewiyan nîşan kiribûn. Yên ku dîtibûn pirsîbûn lê gotibûn ‘ji bo abonetiya avê em wisa dikin’.”   ‘Berê plan kiribûn’   Guneşê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Êvara 19’ê Kanûnê komek nîjadperestên li Pasaja Çîçek kom bibûn bi teqîna bombeyek bi plan dest bi êrîşê kirin. roja din li taxa Yorukselîm li kahweya Akin bombe teqiya û  kalê Elewî Gijgin jiyana xwe ji desta. Cenazeya wî bi girseyî hat rakirin. Piştî hat definkirin êrîşan berdewam kir.  Di destê komê de çek hebûn.  Di sibeha 21’ê Kanûnê de jî ber bi taxa me ve êrîş pêk hatin.”   ‘Kal, pîr û zarok qetil kirin’   Guneşê bi lêv kir ku piştî taştê dengê çek û tekbîran bihistine û ev tişt anî ziman: “Dema hatin taxê digotin ‘Yên Elewiyan bikujin wê biçin bihûştê.’Tam neketin taxan. Ji ber li taxan berxwedan hebû.  Lê xaniyên ketinê jî jin, kal, pîr û zarok kuştin.  Xanî û kargerî şewitandin.  Hevalên min qetil kirin. cîranên me qetil kirin.”   ‘Cenaze li erdê man’   Guneşê bi lêv kir ku êrîş bi qetilkirina du mamosteyên sosyalîst mezintir bûne û ev wiha dawî li axafiina xwe anî: “Di 21’ê Kanûnê de Mustafa Yuzbaşioglu û Haci Çolak hatin kuştin.  Bi vê re merasîma cenazê dihat amadekirin. hemû amadekarî li taxa Yorukselîmê pêk dihat.  Me cenaze ji nexweşxanê girt û em çûn Mizgefta Mezin.  Hîna em negihiştibûn mizgeftê êrîşan dest pê kir. Cenaze li erdê man.  Bi çek û keviran êrîş kirin.  kal, pîr zarok qetil kirin. Êrîşan heta 24’ê Kanûnê berdewam kir.Dewletê ti mudaxale nekir.  Polîs û cendermeyan bi ti awayî mudaxale nekir. Ji ber êrîşan cenazeyên welatiyan li kolanan diman. Cenazeyên pir kesan piştre ji depoyên cemedankê û morgan hatin derxistin.  Yên duh malên me nîşan kirin îro hîna li pey komkujiyan e.”