Emma Sînclaîr-Webb: Ji ber ku penaber mijara bazarê ne Ewropa bêdeng e 2017-12-18 09:14:55   Duygu Cînîvîz   AMED-Raportora Şopandina Mafên Mirovan Emma Sînclaîr-Webb diyar kir ku binpêkirinên mafan yên li Tirkiyeyê kirine rapor û pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê û Konseya Ewropayê kirine û ev tişt got: “Ewropa rewşa li Tirkiyeyê baş dizane lê ji ber peymana penaberan ya bi Tirkiyeyê re hatiye kirin, bêdeng e.”    Raportora Şopandina Mafên Mirovan Emma Sînclaîr-Webb ku bi wesîleya 10-17’ê Qanûnê Hefteya Mafên Mirovan a Cîhanê li Amedê ye, der barê zextên li Tirkiyeyê roj bi roj zêde dibin de nirxandin kir. Emma balkişand ser parlamenterên hatine girtin, qeyûmên hatine tayînkirin, zextên li ser rojnamegeran û furyaya binçavkirin û girtinê û ev tişt anî ziman: “Qeyûmên tayînî şaredariyan hatine kirin, êrîşên li dijî rêveberiyên herêmî li dijî rêgezên demorkatîk in. Em bi awayekî baş nikarin nebûna demokrasiyê ya li hinek herêmên Tirkiyeyê bînin rojevê.”   ‘Îradeyên siyasî tên xespkirin’   Emmayê bi lêv kir ku der barê girtina parlamenter û binpêkirinên mafan yên giran de rapor amade kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me girtina hevşaredaran, siyasetmedaran, xespkirina mafên rojnamegeran li ber çavan girt lê mixabin li Tirkiyeyê di demên dawî de gelek binpêkirinên mafan hatin jiyîn.  Îradeya mîlyonan kesî di girtîgehan de ye û ev jî tê wateya xespkirina îradeya siyasî.  Siyasetmedarên divê niha xebatên siyasî meşandibûna  dîl girtîne.”   ‘Li dijî rêgezên demokratîk in’   Emmayê destnîşan kir ku êrîşên li dijî siyasetmedaran heta şaredariyan dirêj bûne û ev rewş li dij rêgezên demokratîk in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qeyûmên hatine tayînkirin, êrîşên li dijî rêveberiyên herêmî ne û li dij rêgezên demokratîk in. Di heman demê de jî binpêkirina mafan e. Her wiha binpêkirinên mafan yên li Tirkiyeyê bi awayekî baş nabin rojev.”   Emmayê di berdewama axaftina xwe de ev tişt vegot: “Yek ji armancên Rêxistina Şopandinê ya Mafên Mirovan eve ku binpêkirinên mafan lêkolîn bike û bikin rapor. Di raporên em amade dikin de em ji bo hikûmetê pêşniyaran dikin.  Derbarê rapora îşkenceyê de du hefte berê me bi hikûmeta Tirkiyeyê re hevdîtin kir. Me gelek bûyerên şênber pêşkêş kirin lê gelek caran rastî bertekan hat û ji me re hat gotin ‘Hun an di bin bandora FETO’yê de tevdigerin an jî di bin bandora komên terorê de ne’. Lê em bi giştî bê alî xebatên xwe dimeşînin.”   ‘Ewropa bêdenge’    Her wiha Emmayê got der barê binpêkirina mafan de rapor pêşkêşî NY, KE û YE’yê  kirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ewropa rewşa Tirkiyeyê baş dizane lê ji ber peymana penaberan ya bi Tirkiyeyê re kiriye, di bêdengiyek mezin de ye. Ji bo dewletên Ewropayê ya girîng ev e ku penaber neyên welatên wan. Ji ber vê rewşa siyasetmedarên girtî, binpêkirina mafan û pergala serokatiyê dide aliyekî. Ev bêdengî jî di alî konjoktora siyasî de dibe sedema xerabûnê.”