ROJEVA 18''Ê KANÛNA 2017'AN 2017-12-18 09:00:28     *Di cîhanê de şoreşa herî mezin, şoreşa ziman e. Gelê Kurd jî bi salane ji bo zimanê xwe şer dike û heta  îro bi saya berxwedêrên azadiyê dengbêjî, berxwedana dayikên kurd  û  bi saya Fikir û Felsefeya Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan têkoşîna hebûn û zimanê xwe kiriye. DÎMEN HEYE   *Li gorî lêkolînên hatine kirin  ji her 10 kesî 4 kes li Tirkiyeyê mexdurên ensestê ne û  ji bo pêşî li ensestê bê girtin jî cezayek tune ye.   *Serdozgeriya Komarê ya Amedê pirtûka helbestê ya aktîvîsta TJA’yê Sara Aktaş ya girtiye, bi îdiaya ‘yekitiya dewletê asteng kiriye’, delîla sûc hesiband û li dosyaya dozê zêde kir.   *Raportora Şopandina Mafên Mirovan Emma Sînclaîr-Webb diyar kir ku binpêkirinên mafan yên li Tirkiyeyê kirine rapor û pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê û Konseya Ewropayê kirine û ev tişt got: “Ewropa rewşa li Tirkiyeyê baş dizane lê ji ber peymana penaberan ya bi Tirkiyeyê re hatiye kirin, bêdeng e.”   *Di ser komkujiya Mereşê re 39 sal derbas bû. Guneş Demîr ya 70 salî diyar dike ku her ku ew kesên bi zindî hatin şewitandin bi bîr tîne ji canê wê can diçe û got : “Min tu car ji bîr nekir û ez ê ji bîr nekim jî.”