Li Recoyê meşa bi heybet ji bo azadiya Ocalan 2017-12-17 16:55:39     EFRÎN- Kongra Star li bajarê Racoyê bi dirûşma "Sonda me em ê pergela Îmraliyê perçe bikin,bi Rêber Apo re azad bijîn"  meşeke li darxist. Di meşa ku hat lidarxisitn de  bi sedan  kes tevi bûn.   Bi armanca zelalkirina rewşa ewlekarî û tendirustiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şermezarkirina tecrîdê ku bi salan li ser tê meşandin Kongra Star meşeke bi girseyî li Bajarê Reco yê Girêdayê Kantona Efrînê li darxist. Di meşa ku hat lidarxistin de  Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD),Tevgerê Ciwanên Rojava, Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-Dem),Kongra Star û xwendekarên herêmê tevli bûn.   Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên ku li ser nivîsa "Azadiya Rêber Apo misogeriya azadiya gelan e", "Em dixwazin desteyeke serbixwe biçe Îmraliyê" û "Azadiya Rêber Apo misogeriya aştiya Rojhilata Navîn e" hat hilgirin.   Meş ji pêşiya Navenda Tendirustiyê dest pê kir û bê navber bi dirûşmên"Bê serok jiyan nabe" heta Qeda Newrozê hat berdewamkirin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Rêvebera Kongreya Star ya Navçeya Bilbilê Gulê Muhemed û hevseroka Tev-Dem'ê Dîlber Cudî axivîn.   Gulê Mihemed û Dîlber Cûdî wiha gotin: " Em Tecrîda ku li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar dikin."Her wiha hate gotin ku gelê kurd wê herdem li qeda berxwedanê faşîzma dijminê tirk bişkîne.   Meş bi dirûşma"Bê serok jiyan nabe"bi dawî bû.