Rêxstina Sara û Heyva Sor a Kurd li kampa Roj hemliya xwe dewam dikin 2017-12-17 15:54:19   DÊRIK- Hemleya Rêxstina Sara û Heyva Sor a Kurd ku bi dirûşma  " Li Dijî Tûndiyê û Binpêkirina Mafên Mirovan" dabûn destpêkirin berdewam dike.   Hemleya Rêxstina Sara û Heyva Sor a Kurd ku bi dirûşma  " Li Dijî Tûndiyê û Binpêkirina Mafên Mirovan" ku bi minasebata 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan dabûn destpêkirin li kampên koçebran yên Herêma Cizîrê û Firatê dabûn destpêkirin piştî kampa Newerozê bi dawî bû. Herwiha duh û îro li kampa Rojê ya Koçberan a Iraqê ku girêdayîn bajrê Dêrikê yê Herêma Cizîrê ye 15 mamosteyên jin ên Rêxistina Sara û Heyva Sor a Kurd li ser têgihîştina kesayetî li dar xistin.   Komxebata ku hat lidarxistin bi belavkirina şêraniyê bi dawî bû. Hemle wê piştre li Kampa Êrîşa û Eyin Îsa bê berdewamkirin.