Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê ku em Rojavaya xwe ava bikin 2017-12-17 13:30:46   ENQERE - Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît ku di 8'emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya HDK'ê de axivî wiha got: "Dîroka berxwedanê nîşanî me dide ku em bê çare nînin. Me 100 saliya Şoreşa Cotmehê li dû xwe hişt. Lê şoreşên nûn yên Cotmehê li hêviya me ne. Rojava bi berxwedana xwe bû Federasyona Bakurê Sûriyeyê. Divê ku em jî Rojavaya xwe biafrînin."   8'emîn Lijneya Giştî ya Meclisa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi dirûşma "Bi meclisan ber bi demokrasiyê ve bi komara demokratîk ber bi azadiyê ve" Li Plaza Otelê  bi tevlêbûna sedan delegeyên ji Kurdistan û gelek herêmên Tirkiyeyê hat lidarxisitn herêmên. Di lijneya ku hat lidarixistin de li gel Hevberdevkên HDK'ê Gulistan  Kiliç Koçyîgît û Onur hamza,  Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk, parlamenterên HDP'ê Hevserokên KESK'ê, Berdevka Meclisa Jinan Besîme Koncan, Parlamenterên HDP'ê, Hevseroka SYKP'ê  Tulay Hatînoglu û Berdevka SKM'ê Fadîme   Çelebî jî amade bûn.    'Navê pergala xirabe kapîtalîzm'   Lijne bi rêzgirtina li dijî tundiya li ser jinê, qetilkirina jinê û ji bo şoreşgerên ku di rêya şoreşê de jiyana xwe ji dest dan bi deqeyek rêgirtinê hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê sînevîzyonek kurt hat nîşandan.  Piştre bi dengên ku hatin bikaranîn  Gulîstan Pusatlioglu, Alî Kenanoglu, Neslîhan Acar û Taylan Kesn ji bo dîwanê hatin hilbijartin. Piştre Gulistan Kiliç Koçyîgît dest bi axafitnê kir. Gulîstan di destpêkê de hemû kesên tevli lijneyê bûn silav kir. Gulistan gotina Pîr Sutan Abdal a "Di pergela xirabe de çerxa rast nabe" bi bîr xist û wiha got: " Navê pergala xirbe  kapîtalîzm e, têkbirina hemû tiştên ji bo mirovahiyê û qetilkirina xwezayê ye."    'Divê ku em Rojavaya xwe biafrînin'   Gulistan di berdewamiya axafitna xwe de got,"Di navbera sînoran de têlên rêsayî hatin hûnandin, rojên ku xuşk û xizm li pişt têlan de man" û got ku kapîtalîzmê şerê cihanê daye destpêkirin.  Gulîstan di berdewamiya axafitna xwe de wiha got:" Başe gelo em li dijî van hemû pêkanînan bê çare ne?  Dîrok berxwedanê nîşanî me dide ku em ne bê çare ne.  Me 100 sala Şoreşa Cotmehê li dû xwe hişt. Lê şoreşên nû yên cotmehê li hêviya me ne. Rojava niha bi berxwedana ku kir bi Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê. Divê ku em jî Rojavaya xwe biafrînin."