‘Bi mîlîtarîzmê re şîdeta li ser zarokan zêde bû’ 2017-12-17 09:06:17   Duygu Cînîvîz   AMED - Endama Damezerîner a Komeleya Zarokan a Gundemê Esîn Koman got: “Zext û astengî bi OHAL û pevçûnan re mîlîtarîzmê ava dike. Ji ber vê di asta şîdeta li ser jinê zêde bibe de şîdeta li ser zarokan jî zêde dibe.   Li herêmên pevçûn tên jiyîn di encama teqînan de gelek zarok tên qetilkirin. Bi taybet li bajarên Kurdistanê di encama polîtîkayan de  zarok tên qetilkirin. Her wiha îstîsmara li dijî zarokan jî zêde bû.  Endama Damezrîner a Komeleya Zarokan a Gundemê Esîn Koman diyar kir ku piştî komeleya wan hatiye girtin şûnde xebatên wan nîvco mane  û got ev jî dibe sedema binpêkirina mafan ên giran.   Komeleya Zarokan a Gundem a di 2005’an de li Enqereyê hat avakirin,  xebatkarên; pêxistina zarokan, pisporê xizmeta civakî, civaknas, psîkolog, hiqûqnas, mîmar, hîndekar, akademîseyen û pisporên komên pîşeyî cih digirin. Armanca wan ev bû ku  mafên zarokan bên parastin.   Esînê diyar kir ku piştî OHAL û KHK’yan binpêkirinên mafan ên mezin hatine jiyîn û komeleya wan jî hatiye girtin û wiha pê de çû: “Em hatin girtin û hemû xebatên me yên ji bo zarokan nîvco ma.  Ev binpêkirina maf û êrîşek li dijî azadiyan in.”   ‘Mijara aştiyê ji holê hat rakirin’   Esînê binpêkirinên mafan ên bi OHAL’ê re hatine jiyîn bibîr xist û got bi rakirina pêvajoya aştiyê re pevçûn zêde bûne û wiha pê de çû: “Bi OHAL’ê re civak xistin bin zextan. Dema agahiyên derbarên zarokên herêmê û agahiyên zarokên girtîgehê dihat ji me re ev bi awayekî aşkera derdikeve holê. Hevdîtinên bi malbat û parêzerên wan re tên kirin bi pirsgirêk in.”   ‘Şîdet û mîlîtarîzm bi perwerdê hat xwedî kirin’   Esînê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Di qada perwerdeyê de jî binpêkirina mafan hat jiyîn. Perwerde hat olîkirin, muhafazakar kirin. Perwerde li ser zarokan hat bikaranîn û bandor li ser civakê dan kirin. Li aliyê din jî bi OHAL’ê re şîdet zêde bû. Vê rewşê jî mîlîtarîzm derxist holê. Ji ber şîdeta li ser jinê şîdeta li ser zarokan jî zêde kir.”