ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2017'AN 2017-12-17 09:00:32     *Burcu Yeşîlbaş a strana bi navê Romana bi Rumiya Pontus ji nû ve distirê, klîba stranê li Zozanên Kadiralak a Trabzonê kişand. Burcuyê diyar kir ku ew deyndarê axa xwe ye û got hem deng û hem jî klîbên wê alava têkoşînê ya hunerê ye. BI DÎMEN   *Endama Damezerîner a Komeleya Zarokan a Gundemê Esîn Koman got: “Zext û astengî bi OHAL û pevçûnan re mîlîtarîzmê ava dike. Ji ber vê di asta şîdeta li ser jinê zêde bibe de şîdeta li ser zarokan jî zêde dibe.   *Li gorî daneyên TUÎK’ê aboriya Tirkiyeyê mezin dibe. Lê esnafên biçûk berovajî vê dibêjin. Fatma Turan der barê mezinbûna bi rêjeya 11,1 de diyar kir ku mezinbûna aboriyê bandor li wan nekiriye û got: “Mezinbûn heye lê ji bo kê heye. Em hatine asta ku dukanê bigirin.” BI DÎMEN   *Nezahat Gur li dijî enfeksiyona şewbê, ba û êşa bincilka jinan, dermanên nebatî çêdike û got agahiyên ji dayik û dapîra xwe hîn kiriye. Nezahatê bi lêv kir ku her jin dikare havînan xwe bigihîne nebatên bi şifa. BI DÎMEN   *Parlamenterên HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr bi hinceta di hevdîtinên butçeyê yên Meclîsê de gotiye ‘Kurdistan’  12 hezar lîra pere ceza lê hat birîn. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan derbarê nîqaşan de  diyar kir ku redkirina Kurdistanê tê wateya redkirina Kurdan. BI DÎMEN   *Eyşe Şan a jiyana wê bi surgun, hesret, zext û êşê derbas bû 21 sal berê jiyana xwe ji dest da.  Rihê serhildêr û naîf yê Eyşe Şan hîna jî rêya jinên muzîkê ronî dike. PORTRE   *TIL TEMIR - Endama Meclîsa Zagonsaz a Bajarê Tiltemirê Hayîstan Xelef derbarê êrişên  li ser Herêma Efrînê de wiha got:" Efrîn axa me ye, xwedîliderketandina li axa xwe rûmeteke giranbiha ye."