Fîgen Yuksekdag: Dê hêza pêşeng a jiyana nû dê bibe jin 2017-12-16 14:29:30   ENQERE - Fîgen Yuksekdag a ku di Girtîgeha Tîp a F'yê de ye peyam ji bo 8'emîn Konferansa Meclîsa Jinan şand û wiha got:"Di rêwitiya avakirina civakek nû ya şeş salan a HDK'ê de jinan û azadiya jinê rê nîşan daye. Bê guman pêşengên têkoşîna jiyanek din, cîhanek  din  jin in.    Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag ji Girtîgeha Tîpa F'yê ya Kandirayê ji bo 8'emîn Konferansa Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) peyamek şand. Nameya ku ji aliyên jinên li eywanê bi dirûşme, tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin. Fîgen a ku 8'emîn Konferansa Meclîsa Jinan a HDK'ê slav kir wiha got:   Jinên xoşewist, rêvalên min ên giranbiha merheba; bi saya we em ji qadên tecrîdê diherikin qadên azadiyê.    'Pêşêngên têkoşîna jiyanek cuda jin in'   Di rêwitiya avakirina civakek nû ya şeş salan a HDK'ê de jinan û azadiya jinê rê nîşan daye. Bê guman pêşengên têkoşîna jiyanek din, cîhanek  din  jin in.    'Pergal li dijî jinê wekî rêxistina sûcên organîze ye'   Hemû projeyên civakî û polîtîk ên ku vê yekê fam nakin û napejirînin mahkûmî paşverûtî û têkçûyinê ne. Îktidara îro ya siyasî, li dijî enerjiya nûjen  û çalakbûna jinê yên her ku diçe zêde dibin, têk diçe. Û bi tirsa jinê dilerize û êrîşkar dibe. Qirkirina girseyî ya jinê, mirin û tundiya sistematik nîşan dide ku êrîşa dewletê û mêran çiqas di nava hevdu de ne. Pergala heyî pergalek ku jinê dikuji ye.   Figen Yuksekdag    Girtîgeha Tîpa F'yê ya Kandirayê /Kocaeli