'Tecrîd binpêkirina mafên mirovatiyê ye' 2017-12-16 09:02:23   Dilber Mihemed   SERÊKANIYÊ - Jinên bajarê Serêkaniyê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û wiha gotin:" Li tu derê cîhanê mînaka tecrîda bi vî rengî tuneye, divê demildest ev pirsgirêka tecrîdê bê çareserkirin."   Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta a niha nayê hiştin ku Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Her wiha ji 5'ê Nîsana 2015'an heta a niha bi Heyeta Îmraliyê û ji 11'ê Îlona 2016'an vir ve jî nehatiye hiştin ku Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Di dema dawî de derbarê tenduristiya wî de agahiyên ne zelal li ser medyaya civakî hat belavkirin. Jinên Bajarê Serêkaniyê jî derbarê tecrîda giran bertekên xwe nîşan dan û nêrînên xwe anîn ziman.    Hevseroka bajarê Serêkaniyê Stêra Reşik diyar kir ku ev demeke dirêj e ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di girtîgehê de rastî tecrîdeke giran tê û wiha berteka xwe li hember vê rewşê anî ziman: "Ev demeke dirêj e ku tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin, dewleta Tirk nahêle ku ne malbata wî û ne jî parêzerên wî pê re hevdîtinê pêk bînin. Em vê tecrîdê û van nêzîkatiyên dewleta Tirkiyeyê bi tundî şermezar dikin. Her wiha em bang li hemû saziyên mafê mirovan dikin ku ji bo rakirina vê tecrîda giran hewl bidin. Weke jinên bajarê Serêkaniyê em ê xwedî li Rêberê xwe derkevin û em ê her dem li qadan têbikoşin ku Rêberê me azad bibe."   'Têkoşîn wateya jiyanê ye'   Her wiha Rêvebira  Şaredariya Gel a Bajarê Serêkaniyê Nesrîn Selah jî diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê ne li gor rê û rêgezên jiyanê yên navneteweyî ye û wiha got: "Li gel êrîş, tecrîd, qirkirina siyasî Gelê Kurd tu caran dev ji hewldana xwe bernedan. Ji ber ku têkoşîn wateya jiyanê ye, Gelê Kurd ji dîroka xwe ya kevnar heta a niha her dem têkoşîna xwe berdewam kir û heman têkoşîn îro ji bo azadiya Rêberê me jî berdewam dike. Divê em tu caran moralê xwe xera nekin û têkoşîna xwe berdewam bikin."   Nesrînê axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ez bang li hemû jinan dikim ku biherikin qadan û li Rêberê xwe xwedî derkevin. Ji ber ku xwedîderketandina Rêberê me yek ji erka me ya sereke û pîroz e."