Em ê têkoşîna zarokên xwe bidomînin 2017-12-15 15:56:44   AMED - Malbatên ku zarokên wan li Sûrê jiyana xwe ji dest dan li Kaplan City Parkê mewlûd dan.   Malbatan di axaftinên xwe yên mewlûdê de peyama ku dê li têkoşîna zarokên xwe xwedî derkevin dan.   Malbatên endamên YPS û YPJ-JIN’ê ku li navçeya Sûrê ya Amedê jiyana xwe ji dest dabûn li Kaplan City Parkê mewlûd dan. Parlamentera HDP’ê Dilek Ocalan, Serokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan alîkarên Hevserokên Giştî yên DBP’ê, Hevserokên KCD’ê Leyla Guven û Bedran Ozturk, endamên dîwanê yên KCD’ê, Parlamentera HDP’ê ya Şirnaxê Leyla Birlik, rêvebirên bajar û navçeyan ên HDP’ê û DBP’ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amedê, endamên Meya-Der a ku bi KHK’yê hatibû girtin û malbatên wan beşdarî mewlûdê bûn. Piştî mewlûda ku ji bo kesên jiyana  xwe ji dest dane hat xwendin deqeyek rêz hat girtin. Di mewlûda ku tim dirûşmên “Şehîd namirin” dihat berzkirin de, sînevizyona ku ji bo endamên YPS’ê û YPJ-JIN’ê hatibû amadekirin hat temaşekirin.   ‘Em ê wekî jin têbikoşin’   Hevseroka Meya-Der a berê  kesên ku jiyana  xwe ji dest dan bi bîr anî û wiha got:” Em ê heta xwîna xwe ya dawiyê têkoşîna kesên ku jiyana xwe li Sûrê ji dest dan bidomîne. Dest diavêjin goristanên zarokên me. Lê êdî statuyek Kurda heye û serokê wan hene. Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye. Em wekî jin heta Rêberê xwe azad nekin em nasekinin.”   ‘Em ê li têkoşîna wan xwedî derkevin’   Makbula Ozbey a ku li ser navê Dayikên Aştiyê yên Amedê axivî berê siyasetmedarên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fidan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demir, Pakize Nayir û Fatma Uyar bi bîr anî û dest bi axaftina xwe kir. Makbuleyê diyar kir ku ew ê heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê şopdarên rêya zarokên xwe bin.   Mewlûd bi belavkirina xwarinê bi dawî bû.