Waliyê Amedê ‘Mîhrîcana Kîjan Mafên Mirovan’ qedexe kir 2017-12-15 13:59:06   AMED - Walîtiya Amedê, “Mîhrîcana Fîlman a Kîjan Mafên Mirovan” ku dê îro li Amedê destpê bikira qedexe kir.    Di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de ji aliyê Documentarîst ve îsal “Mîhrîcana Fîlman a Mafêb Kîjan Mirovan” a 9’emîn tê lidarxistin. Mîhrîcana dê li Amedê bihata lidarxistin ji aliyê Walîtiya Amedê ve hat qedexekirin. Wê di çarçoveya bernameyê de bi piştgiriy Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê li salona Şanoya Bajêr a Amedê di navbera 15-16-17’ê kanûnê de fîlm bihatana pêşandan. Polîsan bêyî ku hincetekê nîşan bidin ji ÎHD’ê re ragihandin ku mîhrîcan hatiye qedexekrin.    Fîlmên wê bihatana pêşandan wiha ne: Radyo Kobanê, Elîf, Tehma Çîmento (Çimentonun Tadi), Erdnîgarî (Coğrafyalar), Kaya, Veger (Donuş), Hediye, Tirkiyeya Hatiye Ber Kendal (Uçurumun Kıyısında Turkiye), Ji Ber ku Ez Fetisîme Xemgîn im (Boguldugum Îçîn Uzgunum), Meryem, KHK ya Bajarekî (Bir şehrin KHK’si.)    Di çarçoveya mîhrîcanê dê îsal li Stenbol, Amed û Wanê nêzî 40 fîlm bi temayên cuda tên pêşandan. Fîlmên dê bên pêşandan bi mijarên cuda yên binpêkirina mafan û têkoşînên li gelek deverên cîhanê vedibêjin. Li gel pêşandana fîlman di mîhrîcanê de li ser gelek mijarên aktuel gotûbêj û form tên lidarxistin.