Feleknas Uca derbarê Cejna Êzî pîroz kir 2017-12-15 12:26:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, derbarê Cejna Êzî ya  ji aliyê bawermendên êzidî ve  piştî 9 roj rojiya ku di navbera 3 hefteyan de tê girtin tê pîrozkirin de peyamek weşand û cejn li gelê êzdî pîroz kir.      Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, derbarê Cejna Êzî ya  ji aliyê bawermendên êzidî ve piştî 9 roj rojiya ku di navebra 3 hefteyan de tê girtin tê pîrozkirin de peyamek weşand û cejn li gelê êzdî pîroz kir.  Feleknas diyar kir ku Cejna Êzî nirxê herî girîn g ê baweriya êzidiyan e û di peyama xwe de wiha got: "Di hemû baweriyan de cihên cejna yê cuda heye. Ji bo glê êzidî jî ev cejn pîroz e.  Gelê êzidî bi salan bi komkujiyan re rûbirû maye û hatiye koçberkirin. Ji ber wê civaka êzidî bi slan e Cejna Êzî li dervê welatê xwe pîroz dikin. Ez vê cejên li gelê êzidî pîroz dikim."