TAJÊ ji bo Cejna Êzî daxwiyanî da 2017-12-15 11:56:54   ŞENGAL - Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi boneya Cejna Êzî daxwiyanî da û di daxwiyaniyê de hat ragihandin ku jinên Êzidî li hember desthilatdaran serî netewand.   Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi boneya Cejna Êzî daxwiyanî da û di daxwiyaniyê de hat gotin ku  Êzidî xwedî dirokek kevnar a bi hezar salan e û li gel hemû zilm û zordariyan  dev ji bîr û baweriya xwe bernedaye.   Di daxwiyaniyê de wiha hat gotin:   Jinên Êzidî mexdurên herî mezin  ên Fermana 3.8.2014  ye.  Bi her awayî rastî tacîz, tecavuz û şîdetê hatin. Lê piştî  Kareseta Şengalê, Civaka Êzidî bi taybet Jinên Êzidî  bûn xwediyê tevgerekê  û bi fikrên Rêber Apo xwe perwerde dikin. Jinên Êzidî  li dijî ferman, xeta xiyanetê û zîhniyeta baviksalarî  xwedi seknek pîroz in.  Êzidî xwedî dîrokek kevnar a bi hezare salan in û li gel hemû zilm û zoriyê dev ji bîr û baweriya xwe bernedan.   Ev hestên welatparêzî, hezkirina ax û ziman ji xwedawenda Xatûna Fexran heta Bêrîvanan bûye mîras û bingeha berxwedanek mezin. Jinên Êzidî ji destpêkê ve serî li hemberî desthilatdaran netewandine û li gelek qadên weke Şengal û Rojavayê Kurdistanê xwedî li ax, dîrok, çand û civaka xwe derketine. Bi wê sekna jina berxwedêr ku bi rihê Bêrîvan û Binefşan xwe birêxistin kirine wê xwedî li irf û edetên xwe yên olî û çandî ji derbikevin.    Heri dawî wek Yekîneyên Jinên Şengalê Jina Êzidî  di rizgarkirina bajarê Reqayê de tolhildana xwe bi tîpên zêrîn li pelên dîrokê de nivîsandin. Rêxistiniya  Jina  Êzidî misogerbûyina parastina ax, çand, ziman û kevneşopiya civaka Êzidî ye.    Em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî Cejna Ezîd di serî de li Reberê Gelê Azadîxwaz  Abdullah Ocalan û li Civaka me ya Êzîdî pîroz dikin.  Em hêvî dikin ku ev Cejna Êzî dê bibê wesileya azadîya Rêber Apo, Azadiya Gelên Bindest û xweserîya Şengalê.