Çalakiyên gireva birçîbûnê bi daxuyaniyeke nivîskî bi dawî bû 2017-12-15 10:38:38   QAMIŞLO - Konê Grêva Birçînûnê yê ji aliyê Rêveberiya Aboriya Jin a Kantona Cizîrê û bi dirûşma "Sonda me em ê pergala Îmraliyê parçe bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn" hatibû lidarxistin bi daxuyaniyeke niviskî bi dawî bû.   Çalakiyên Konê Greva birçîbûnê yên ji aliye Rêveberiya Aboriya Jin a Kantona Cizîrê û bi dirûşma "Sonda me em ê pergala Îmraliyê parçe bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn"  li Taxa Enteriyê hatibû lidarxistin,  bi daxuyaniyeke niviskî bi dawî bû.   Daxuyanî ji aliyê Seroka Koperatîfa Aboriya jinê ya Kantona Cizîrê Hacer Îbrahîm ve hat xwendin.   Di daxwiyaniyê de hat diyarkirin ku dê çalakiyên ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her dewam bike û daxwiyanî wiha berdewam kir:" Heta ku Rêber Apo azad bibe, em ê çalakiyên xwe bidomînin. Her wiha endamên ewlehiyê Asayîş û hêza Cewherî  ji bo çalakî bi rengekî serkeftî derbas bibe gelek ked dan, em spasiyê xwe ji wan re pêşkeş dikin. Her wiha em van çalakiyan diyarî Rêber Apo, gêrîlayên serê çiyan û hemû malbatên Şehîdan dikin. Em soza xwe her dem bi Şehîd û serokê xwe re nûh dikin. Em ji dû şopa fikir, felsefe û xwîna Şehîdên xwe venagerin."