‘Malbatên nizanin zarokên wan li kîjan girtîgehê ne hene’ 2017-12-15 09:06:05   Berîtan Canozer   STENBOL - Hevseroka Însiyatîfa Piştevaniya bi Zindanan re Sureyya Aydin bal kişand ser zextên li girtîgehan ên zêde bûne û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “ Malbatên ku bi mehan in ji zarokên xwe agahiyê nagirin hene, nizanin zarokên wan di kîjan girtîgehan de ne. Divê demildest gelê Kurd xwedî li nirxên xwe derkevin.”   Binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê û Kurdistanê berdewam dikin. OHAL’ê dikin hincet û şert û mercên jiyana girtiyan tên tengkirin û cezayên hevdîtin û ragîhandinê ji derve bi giştî tê îzolekirin. Girtiyên jin ên li girtîgeha Elezîzê li dijî van pêkanînan ketin greva birçîbûnê û ket roja 45’emîn. Hevseroka Însiyatîfa Piştevaniya bi Zindanan re Sureyya Aydin, polîtîkayên li girtîgehan pêk tên rexne kir.   ‘Girtî berxwe didin’   Sureyyayê bi lêv kir ku dem ne dema axaftinê, dema tevgerê ye û ev tişt anî ziman: “ Di serî de girtîgeha Elezîzê û li gelek girtîgehên din girtiyên siyasî rastî îşkence û tacîzê tên. Li koxuşan kamera tên bicihkirin, jimartin li ser piyan tê kirin, cezayên hucreyê tên dayîn, hevdîtin tên astengkirin, faşîzma 12’ê Îlonê li girtiyan tê ferzkirin. Girtiyan bedena xwe daye ber birçîbûnê û li dijî şertên dijwar berxwe didin.”   Sureyyayê anî ziman ku malbatên diçin girtîgehê diyar kirin ku ferzkirina ‘ne Kurdî, Tirkî biaxivin’ tê kirin û her wiha got sedema sereke ya van jî bi tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan eleqedar e.   ‘Tecrîdê bandor li ser hemû pêvajoyan kir’   Sureyyayê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “ Tecrîda li ser Abdullah Ocalan bandor di serî de li girtîgehan, li ser hemû qadan kiriye. Tecrîd bandorê li ser hemû bûyer û pêvajoyên welat dike. Herî zêde jî li ser girtîgehan dike. Girtîgeh veguherîne îşkencexaneyan. Her roj xizmekî girtiyan tên û dibêjin li girtîgehê hatine derbkirin. Bi mehan in malbatên ji zarokên xwe agahî negirtine hene. Nizanin li kîjan girtîgehan e. Divê demildest gelê Kurd xwedî li nirxên xwe derkevin. Girtî jî yek ji nirxên me ne. Divê em ji bo girtiyan bikevin tevgerê.”   Sureyyayê di dawiyê de wiha got: “ Me wek însiyatîf hewl da xwe bigihînin girtî û xizmên wan. Dikarin agahiyê bidin me. Pirsgirêkên mezin hene û dikare ev bi hev re ji holê bê rakirin. Divê em bibin dengê girtiyan.”