Çalakiya konê greva birçîbûnê di roja 3'emîn de berdewam dike 2017-12-14 15:09:42   QAMIŞLO - Çalakiya  Konê Grêva Birçîbûnê yê  ku ji aliyê Saziya Aboriya Jinê ya Kongreya Star ve hatibû li darxisitn di roja xwe ya 3'emîn de bi serdana welatiyan didome.    Saziya Aboriyê ya Jinê ya Kongreya Star a Kantona Cizîrê çalakiya xwe ya konê greva birçîbûnê ku bi dirûşma  "Em ê Pergala Îmraliyê Parçe bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn" li taxa  Enterye dabû destpêkirin di roja 3'emîn de berdewam dike. Ji bo çalakiya ku hatiye destpêkirin gel eleqeyek mezin nîşan dide û îro jî bi sedan kesî serdana konê grevê kir. Saziya malbatên Şehîdan a Bajarê Qamişloyê, Bajarê Tirbespiyê, Serêkaniyê û Amûdê jî serdana konê ku hatibû vekirin kirin. Endama Beşa Çandiniyê ya Kongreya Star  Şêrîn Mihemed xêrhatina hemû  sazî û kesên ku hatin serdana kon kir.    Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Diljîn Hisên jî li ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan ku bi alîkariya  hêzên navneteweyî  pêk hat  axivî û wiha got:"Em bang li hemû sazî, rêxistinên mafên mirovan û dewletên navneteweyî yên xwe wekî demokrat bi nav dikin ku  agahiyekê li ser rewşa Rêberê me Abdulah Ocalan ji me re ragihînin."    Her wiha Rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan  Necah Gulo ya ku hevdîtin bi Rêberêr PKK'ê abdulah Ocalan re kiriye jî wiha got:"Bi riya fikir û felsefeya Rêber Apo em gihan azadiya xwe. Ji ber ku ev fikir îro li cîhanê belav buye. Fikrên Rêber Apo li tevahiya cîhanê belav bûne. Em îro dibînin ku jinên Bakûrê Sûriyê jî li ser fikir û felsefeya wî dimeşin."   Çalakiya kon bi dîlan û govendê berdewam dike.