Komxebata Rêxistina Sara û Heyva Sor a Kurd didome 2017-12-14 14:07:09   DÊRIK - Rêxistina Sara û Heyva Sor a Kurd di çarçoveya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de dest bi komxebatekê kiribûn. Komxebata ji bo têgihaştina kesayetî  li Kampa Newrûz berdewam dike.    Rêxistina Sara û Heyva Sor a Kurd di çarçoveya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de dest bi komxebatekê kiribûn. Komxebata ji bo têgihaştina kesayetî  li Kampa Newrûz berdewam dike. Rêxistina Sara û Heyva Sor a Kurd  piştî Kampa Holê îro li Kampa Koçberên Êzîdî ya Newrûz a girêdayî bajarê Dêrikê ya herêma Cizîrê bûn. 10 endamên Rêxistina Sara û Heyva Sor a Kurd tevlî komxebata îro bûn.     Endamên Rêxistina Sara û Heyve Sor a Kurd di warê derûniyê de agahî dan 25 jin û 25 ciwanên li kampê. Her wiha çalakî hatin lidarxistin, sînevîzyon hat temaşekirin û ji bo moral herî dawî şêranî jî hat belavkirin. Komxebata li Kampa Newrûz dê du rojan berdewam bike.