Nuriye Gulmen: Em ê wî nanî bînin û diyarî gelê xwe bikin 2017-12-14 10:41:19   ENQERE - Nuriye Gulmen a ku ev 281 roj e di çalakiya greva birçîbûnê de ye, duh ji bo Berkîn Elvan ê ku daneşîna wî hat kirin helbest xwend û got; "Ew nanê ku rê nehat dayîn bibe mala xwe em ê bibin."   Akademîsyen Nuriye Gulmen a ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji ser kar hat girtin û ev 281 roj e ji bo ku li karê xwe vegere di greva birçîbûnê de ye duh ji bo Berkîn Elwan ê ku bi bombeya gazê di serdema bûyerên Geziyê de hat qetilkirin helbestek xwendibû. Nûriye duh êvarê ew helbesta xwe li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parvekir.  Nuriye ya ku fulara sor a malbata berkîn jê re şandibû xist sutiyê xwe ev peyam da:   "Fulara Berkîn niha di sutiyê min de ye. Ez bi dayika Gulsum re axivîm. 'Ez gelek bawer im ku nanê rê nedan Berkîn bîne hûn ê bînin, hûn ê bi serkevin'. Wê ev gotin bi giriyê ku ji dil dikir got. Em jî gelek bawar in, wî nanî em ê bînin û diyarî gelê xwe bikin. Berxwedan berdewam e, bû 281 roj. Ez dibêjim berxwedan û li ber xwe didim. Tekez em ê bi ser kevin."