Stargeha jinan a li Agiriyê gelo rêgeza veşariyê binpê dike? 2017-12-14 09:21:31   Duygu Erol   ENQERE - Jinên demekê li stargeha girêdayî Midûriyeta Polîtîkayên Malbat û Civakî ya Agiriyê mane, îdia kirin ku rêgeza veşartiyê hatiye binpêkirin û agahiyên wan dane hevjîn, bav û xizmên wan ên şîdet li wan kirine. Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dirayet Taşdemîr diyar kir ku bûye çend bûyerên wisa li Agiriyê bihîstine û got saziyên divê ewlehiya canê jinan bigirin, peywira xwe ji bîr dikin û ‘navbeynkariyê’ dikin.   Di 5’ê Çileya 2013’an de di Rojnameya Fermî de di bin sernavê ‘Rêziknameya Derbarê Stargehên jinan de Vekirin û Birêvebirinê’ de sînorkirina rêgeza veşarî ya derbarê stargehan de hatibû îfadekirin. Li gorî vê rêziknameyê parvekirina agahiyên jinên serî li stargehan didin sûc tê hesibandin. Jinên li stageha girêdayî Midûriyeta Polîtîkayên Malbat û Civakî ya Agiriyê mane, îdia kirin ku rêgeza veşartiyê hatiye binpêkirin û agahiyên wan dane hevjîn, bav û xizmên wan ên şîdet li wan kirine.   Jinan îdia kirin ku agahiyên wan bi berpirsên şîdetê re hatine parvekirin û li gorî derfetên xwe neçar mane biçin derveyê bajê.   ‘Agahiyên min bi malbata min re hatin parvekirin’   Jina bi navê D. ku rastî şîdeta kesên malbatê hatin û li Stargeha girêdayî Midûriyeta Polîtîkayên Malbat û Civakî ya Agiriyê hatiye bicihkirin wiha got: “ Min ji malbatê şîdet dît û min rapora derbê girt û ji aliyê polîsan ve li vê stargehê hatim bicihkirin. Ji xwe şert û mercên stargehê gelek xerab bûn. Lê min ji xizmek xwe hîn kir ku malbatê hîn kiriye ku ez li vir dimînim. Agirî cihekî biçûk e. Her kes hev nas dikin. Stargehê agahiyên min bi malbatê re parve kiriye. Ez jî bi derfetên xwe ji wir derketim. Ez li xizmek xwe mam. Piştî ev der jî deşîfre bû ez ji Agiriyê reviyam. Niha ez li cihekî ku saziyên jinan piştgiriyê didinê dimînim. Niha xwe di ewlehiyê de hîs dikim.”   ‘Divê ji bo jinan çareserî bê dîtin’   Jina bi navê B. jî sedema ku çima naçe stargeha Agiriyê wiha vedibêje: “ Ez ji aliyê xizmekî xwe ve rastî şîdeta fîzîkî û zayendî hatim. Lê bi salan min nikarîbû tiştekî bikim. Min nikarîbû cesaret bikira. Tiştên li Agiriyê dihat jiyîn jî min dizanî. Agahiyên jinên li stargehê dimînin tên parvekirin. Zarokên di malên hezkirinê de dimînin jî rewşa wan xerab e. Loma min tu carî serî li saziyên Agiriyê neda. Niha ez bi piştgirî û derfetên xwe dê gilî bikim. Divê derbarê jinên Agiriyê de tiştek bê kirin.   ‘Ez bi stargehê bawer nakim’   Jina bi navê E. ku bi çar xwişkên xwe re rastî îstîsmara zayendî ya bavê xwe hatin, bi lêv kir ku ji ber tiştên li stargehê tên jiyîn li Agiriyê tu serlêdan nekiriye û wiha pê de çû: “ Min dît ku agahiyên jinan ên li wir tên parvekirin. Loma min tiştek nekir. Niha min bi piştgiriya rêxistinên jinan gilî kir.”   ‘Têkilî bi polîtîkayên AKP’ê heye’   Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr destnîşan kir ku binpêkirina rêgeza veşariyê tenê li Agiriyê pêk nayê û pirsgirêkek mezin a Tirkiyeyê ye. Dîlanê di berdewamiyê de daxuyakirin ku stargehên jinan bi zîhniyeta serdest a mêr tên bi rêvebirin û wiha got: “ Bi nêzîkatiyeke ‘wê jin çawa lihev bê’ nêz dikin. Ji ber çûyîna jinekê a stargehê nayê qebûlkirin. Li Agiriyê çend bûyerê wisa hatin jiyîn. Saziyên divê ewlehiya canê jinê bigirin, ‘navbeynkariyê’ dikin. Têkiliya vê bi polîtîkayên AKP’ê hene.”   Bi binpêkirina vê rêgehê ji qetilkirina jinan re jî derî tê vekirin. Di googlê de hevokên herî zêde mêr dinivîsin ‘ez çawa dikarim xwe bigihêjim hevjîna xwe ya di stargehê de’.