Daneşîna 2'emîn a doza Sara Kaya sibe tê kirin 2017-12-13 13:47:11   MÊRDÎN - Daneşîna 2'emîn a doza Hevşaredara Nisêbînê Sar Kaya ku jê girtî tê darizandin wê sibe bê dîtin. Îdianameya ku piştî Sara hat girtin bi 8 mehan hat amadekirin ji şahidên veşarî ku îfadeyên wan di îdianameyê de hatibûn bicihkirin 6'ên wan diyar kirin ku wan "Di bin zextan de ev îfade îmze kirine" û îfadeyên xwe paşve kişandin.   Daneşîna 2'emîn a doza hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya ku di 13'ê çileyê de di encma serdegitina mala xwe de hatibû binçavkirin û piştî bi 14 rojan hatibû girtin wê sibe li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê dîtin. Sara ya ku bi îdaya "Yekitiya dewletê ji hev xistiye" bi cezayê heta bi hetayê tê darizandin di îdianameya ku pitî bi 8 mehan derabrê wê de hat amadekirin de delî tenê îfadeyên şahidên veşarî ye ku hejmara wan 9 kesên û ji van 9 kesan jî 6 kesan îfadeya xwe paşve kişandine û girtina kesan a kar ya şaredariyê ye.