Jinên Ereb ên li Reqayê tevlî perwerdeya çekên giran bûn 2017-12-13 12:49:39     Felek Mûsa    DÊRAZORÊ - Jinên Reqayê yên ku di nava YPJ'ê de cihê xwe digirin tevlî yekemîn perwerdeya çekên giran bûn û hestên xwe yên tevlîbûna perwerdeyê wiha anîn ziman: "Em wekî jinên Ereb ên Reqayê cara yekemîne tevlî perwerdeya çekên giran dibin, ev ji bo me gaveke pir girîng e, jinên ereb her tim rastî îşkenceyê hatine lê a niha dem dema têkoşînê ye."    Dema ku bajarê Reqayê di destên çeteyên DAÎŞ'ê de bû, çeteyan bi hemû hovîtiya xwe her cure şîdet li ser gel û bi taybet li ser jinan dida meşandin. Niha jî bi hezaran jinên Reqayê ji bo tolhildana xwe di hemû waran de perwerdeyê dibînin. Jinên Reqayê yên ku di nava YPJ'ê de cihê xwe digirin, di dewreya bi navê Şehîd Bêrîtan de dest bi perwedeya bikaranîna çekên giran kirin. Perwerde dê heta 1'ê Çileya 2018'an bidome."    Elîf Mazlûm ku tevlî vê perwerdeyê bûye nerînên xwe yên derbarê perwerdeyê de wiha anî ziman: "Em wekî jinên Ereb ên Reqayê cara yekemîne tevlî perwerdeya çekên giran dibin, ji bo me ev gaveke pir girîng e. Ji ber ku jinên ereb her tim rastî îşkenceyê hatine divê em êdî têbikoşin û tola xwe hilgirin. Em bi saya fikir û ramanên Rêber Apo gihaştine vê astê. Ji bo vê yekê çi pêwist bike em amadene ku hewl bidin. Armanca min ew e ku ez bi çeka xwe welatê xwe biparêzim. Ez bang li hemû jinan dikim ku ew jî tevlî nava refên YPJ'ê bibin û rola xwe ya di şoreşê de bilîzin."   'Divê hemû jin cihê xwe di hemû warên têkoşînê de bigirin'   Di heman demê de Havîn Reqa jî di derbarê perwerdeyê de hest û nerînên xwe wiha anîn ziman: "Ev 10 roj in ku perwerdeya me ya çekên giran dest pê kiriye. Em wekî jinên Ereb bi armanca ku rola jinên Ereb, Kurd û Suryanî di civakê de baş bê dîtin û her jinek xwe ji desthilatdariya malbatê û ya mêr rizgar bike, em tevlî refên YPJ'ê bûne. Bi vê armancê ez bang li tevahî jinan dikim ku cihê xwe di hemû warên têkoşînê de bigirin. Ji bo siberojeke azad divê hemû jin cihê xwe di hemû warên têkoşînê de bigirin."    'Perwerde ji bo me hêz û moral e'   Her wiha şervana YPJ'ê ya bi navê  Evîn Reqa jî têkildarî tevlîbûna xwe ya perwerdeyê de wiha got: "Em bi armanca ku mafê jinê û keda wê di tevahî cîhanê de bê parastin vê têkoşînê didin meşanin. Divê ev hişmendiya civakê ya ku jinê weke bindest hesab dike were şikandin û her jinek  çek û rextê xwe hilgire da ku ji vê hişmendî û bindestiyê rizgar bibe. Dê şoreş  bi rol û keda jinê bi ser bikeve. Ji ber ku cara yekeme ez tevlî vê perwedeyê bûm di destpêkê de min hinek zehmetî kişand lê ev ji bo me hêz û moral e."    Şervana YPJ'ê Evîn Reqa di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bandora felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li ser azadiya jinê û wiha got: "Ev 19 sal in ku Rêber Apo di girtîgeha Îmraliyê de ji bo ku maf û keda jinê di civakê de isbat bike û jinê ji desthilatdariya mêr rizgar bike, têkoşînê dide meşandin. Ji ber vê yekê pêwîst e ku her jinek xwedî li maf û keda ku Rêber Apo ji bo me afirandiye, derkeve da ku şoreşa me jî bi keda me bi ser bikeve."