Jinên Efrînê: Em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û Efrînê biparêzin 2017-12-13 09:02:21   Orîvan Mustefa   EFRÎN - Rêvebirên Navenda Lêkolînên Jineolojiyê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrişên Dewleta Tirk ên li ser Efrînê nirxandin û gotin:" Bi berxwedana Gelê Kurd herêma Efrînê wê bibe goristana Dewleta Tirk."   Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi boneya bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin herî dawî cara 712'an  daxwazname dan Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û daxwaza hevdîtinê kirin. Daxwaza parêzeran ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha bi hincetên "muxalefeta hewayê heye", "koster xerabe ye", "koster di tamîrê de ye" û "OHAL" heye hat redkirin.   Her wiha êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê jî berdewam dike. Têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê Rêvebirên Navenda Lêkolînên Jineolojiyê nêrînên xwe anîn ziman.   Rêvebira Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Sêvîn Cemo derbarê tecrîda giran û êrîşên li ser Efrînê wiha got:" Armanca Dewleta Tirk  ev e ku bi tecrîda li ser serokatî, fikrên azad ên di nav civakê de winda bike. Dewleta tirk bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwaze ku îradeya Gelê Kurd bişkîne. Lê Gelê Kurd bi hêz e û dê her dem hewl bidin ku azadî pêk were. Têkoşîn û vîna Gelê Kurd a xurt tu caran destûr nade ku, Kurd têk biçin."    'Vîn û hêza gel xurtir dibe'   Sêvîn Cemo wiha axaftina xwe domand: "Dewleta Tirk hêza xwe winda kiriye û  ketiye rewşeke xerab. Ji ber vê yekê jî dest bi êrîşan dike. Lê li  dijî van êrîşana vîn û hêza gel xurtir dibe."   'Herêma Efrînê wê bibe goristana Dewleta Tirk'   Sêvînê di dawiya axaftina xwe de wiha got: " Dewleta Tirk bi rêya êrîşên xwe yên hovane dixwaze bandorek neyînî li ser vîna gel bike. Lê belê tu caran wê Gelê Kurd destûre nede ku têk biçe û herêma Efrînê wê bibe goristana Dewleta Tirk."    'Em ji bo parastina Efrînê û azadiya Abdullah Ocalan têdikoşin'   Her wiha ji aliyê din ve jî Rêvebira Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Dîcle Heyder nêrînên xwe yên derbarê tecrîda giran û êrîşên li ser herêma Efrînê anî ziman û wiha got:" Em di serî de tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li ser herêma Efrînê bi zimanekî tund şermezar dikin. Em jin ji bo parastina Efrînê û azadiya Abdullah Ocalan têdikoşin û em ê destûrê nedin ku ew di warê lîstikên xwe yên qirêj de bi ser bikevin."   Dicle Heyder di dawiya axaftina xwe de wiha got:" Dewleta tirk destkeftiyên li Bakurê Sûriyeyê tehemul nake loma tecrîda li ser Abdullah Ocalan a giran didomîne û êrîşî herêma Efrînê dike. Lê Gelê Kurd li dijî van êrîşana bêdeng namînin û dê her têbikoşin."