ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2017'AN 2017-12-13 09:00:35     *Rêvebirên Navenda Lêkolînên Jineolojiyê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrişên Dewleta Tirk ên li ser Efrînê nirxandin û gotin:" Bi berxwedana Gelê Kurd herêma Efrînê wê bibe goristana Dewleta Tirk."   *Jinên Kooperatîfên Çandiniyê yên Girkêlegê di derbarê xebatên xwe de nerînên xwe anîn ziman û gotin:" Jinên Girkêlegê bi keda destên xwe hunera afirîneriyê pêş dixin û xwedî li nirxên xwe yên dirokî derdikevin."   *Ozgur Guven a ji fermaran çente û cuzdanan çêdike, aboriya xwe ava dike û wiha dibêje: “ Ez gelek ji xebatê hez dikim. Xebatê pêşniyarî hemû jinan dikim.” BI DÎMEN   * Piştî berxwedana rêveberiyên xweser beşeke mezin a Nisêbînê hat hilweşandin. Gel diyar kir ku li taxên Dîcle, Firat, Yenîşehîr û Abdulkadîrpaşayê hîna bi dehan cenaze di bin avahiyên TOKÎ’yê de hene. BI DÎMEN   *Gundiyên li gundê Sarmaç a navçeya Îpekyola Wanê dijîn, diyar kirin ku ji ber qedexeya zozanan  gîha têr kom nekirine û ji ber vê pez birçî maye. BI DÎMEN   *Li Gimgima Muşê di 10’ê Tebaxa 2015’an de di pevçûna hatibû jiyîn de endama YJA Starê Ekîn Wan (Kevser Elturk) jiyana xwe ji dest dabû û bedena wê hatibû teşîrkirin, wêneyên aydê wê di çapemeniya civakî de hatibûn weşandin. Piştî vê lêpirsîna hatibû destpêkirin ev du sal in didome û tu pêşketin jî tuneye.   *Aktîvîsta Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê û Endama Platforma Parastina Hewaselê Çîlem Aydin derbarê biryara ku ji bo  Gêliyê Dîcleyê û Baxçeyên Hewselê hatiye dayîn de axavî. Çîlemê got ku divê kesek li dijî vê tunekirinê bêdeng nemîne û ji tunekirinê re bibêjin 'Na' û anî ziman ku wê ew jî xebatên xwe di bin navê 'Dest nede Hewselê' de bidomînin.   *Berovajî fîlmên ji kuştinên jinan, şîdet û biçûkxistina jinan re zemînê ava dikin, senarîst û derhênerên jin jî yên ji têkoşîna jinê tên jî hene.  Me hinek fîlmên ji piştevanî û dîroka jinê Îlham girtine rêz kirin.