‘Şehîdên 12’ê Kanûna 1980’yan dijîn’ 2017-12-12 17:42:32   AMED- Di 12’ê Kanûna 1980’yan de 16 kesên ku li gundê Cinik ê Qamişloyê di encma operasyonên dewleta tirk ku bi hevkariya dewleta Sûriyeyê hatin kirin jiyana xwe ji dest dan ji aliyê  Înîsiyatîfa Çand û Perwerdehiya Nujiyanê  û rêxistinên navçeya HDP’ê ya Yênîşehîrê ve li avahiya HDP’ê hatin bi bîranîn.   Di 12’ê Kanûna 1980’yan de 16 kesên li gundê Cinik ê Qamişloyê  bi operasyonên dewleta tirk ku  bi hevkariya  dewleta Sûriyeyê hatibûn pêkanîn hatibûn kuştin. Însiyatîfa Çand û Perwerdehiya Nujiyanê  û rêxistinên navçeya HDP’ê ya Yênîşehîrê li avahiya HDP’ê 16 kesên bi navê  Huseyîn Aslan, Necla Baksî, Mehmet Emîn Mutlu, Muslum Yildiz, Hasan Akbaba, Şukru Kabraş, Emîne Ramazan, Henîfe Ramazan, Kawa Kerîm, Mahmut Dursun, Ramazan Kabraş, Azad Ramazan, Xweşnav Ramazan û zaroka bi navê Ferhat Ramazan û du kesên din ên ku navê wan nehat zanîn bi daxuyaniyekê bi bîr anîn. Daxuyanî li avahiya navçeya HDP’ê  ya Yênîşehîra Amedê hat dayîn.   ' Bîranînên xwe bi xwîna xwe di rûpelên dîrokê de nivîsîn’   Pêşî ji bo kesên ku jiyana xwe dest dane deqeyek rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê  Platforma Yekitiya Kurdistan Hidir Yigircik axivî û anî ziman ku di 12’ê Kanûna 1980’yan de li Qamişloyê ji ber operasyonên dewleta tirk ku bi hevkariya dewleta Sûriyey li dijî 16 rêhevalên wan komkujiyek pêk hatiye û hemûyan jiyana xwe dest dane. Xidir wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêhevalên  me ji ber hevkariya dewleta Sûriyeyê qebûl nekirin ev komkujî li dijî wan hat kirin. Sûriye ji ber sînorên xwe vekirin dewleta T.C hêzên xwe yên taybet di 12’ê Kanûnê de di malekî de hemû rêhevalên me qetil kirin. Lê wê şehîdên me yên Qamişloyê neyên jibîrkirin. Wan bîranînên xwe bi xwîna xwe di rûpelên dîrokê de nivîsîn.”