Li Kolana Yukselê dîsa êrîş 2017-12-12 15:41:47   ENQERE - Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" 399 roj e li Kolana Yukselê dewam dike. Polîsan êrîş kir û 5 kes binçav kirin.   Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça 279 roj e dewam dike. Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" 399'an roj e li Kolana Yukselê dewam dike û dixwazin careke din vegerin karê xwe. Çalakvanên ku pankarta "Greva birçîbûnê di roja 279'an de ye" vekirin, polîsan êrîşî wan kir û 5 kes binçav kirin.