Ji girtiyên Girtîgeha Xerpêtê agahî nayê girtin: Berpirsiyar Wezareta Dadê ye 2017-12-12 15:34:46   ENQERE - Parlamenterên HDP'ê diyar kirin ku têkiliya girtiyê Girtîgeha Xerpêtê bi derve re hatiye qutkirin. Xizmên girtiyan jî diyar kirin ku ev 4 meh in wan ji xizmên xwe agahî negirtine û berpirsiyarê vê jî Wezareta Dadê ye.   Parlamenterên Paritiya Demokratîk a Gelan (HDP) Aycan Îrmez, Îbrahîm Ayhan û Mehmet Emîn Adiyaman û xizmên malabtên girtiyên di Girtîgeha Xerpêtê de, derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de li Navenda Gitştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Parlamentera Şirnexê Aycan Îrmez di  civînê de axivî û bi bîr xist ku 6 jin li Girtîgeha Xerpêtê ev meheke di greva birçîbûnê ya bê dem û dorneveger de ne.   'Têkiliya bi girtiyan re tê astengkirin'   Aycan diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan roj bi roj zêde dibin û wiha berdewam kir: " Bi taybetî li Girtîgeha Xerpêtê binpêkirinên mafan derketine asta herî jor. Li qawîlên jinan ên li Girtîgeha Xerpêtê jî rewş bi heman rengî ye. Mixabin di demên dawîn de di 3 mehên buhurî de têkiliya girtiyan a bi derve re jî hatiye qutkirin û derbarê girtiyan de tu agahiyeke zelal ji derve re nikare bê ragihandin. Greva birçîbûnê ya ku ji aliyê girtiyan ve li dijî binpêkirina mafan di 1'ê Mijdarê de hatiye destpêkirin berdewam dike.  Ev grev jî niha ji aliyê 6 jinên girtî ve tê berdewamkirin. Di 1'ê mijdarê de ev hejmar 10 kes bûn. Lê ji ber pirsgirêkên tendirustiyê ku hatin jiyîn niha ev grev ji aliyê 6 jinan ve tê berdewamkirin."   'Berpirsiyarî ya Wezareta Dadê ye'   Aycan diyar kir ku ew wekî heyeta HDP'ê di 16'ê Mijdarê de çûne girtîgehê û bi rayedaran re hevdîtin kirine, lê pitî vê hevdîtinê tu guhertin derbarê şert û mercên nebaş yên li girtîehê de nehatiye kirin. Aycan di berdewamiya axafitna xwse de wiha got: "Em derbarê binpêkirina mafan de bi rayedaran re axivîn. Lê heta niha tu gaveke erênî nehatiye avêtin. Li gel vê binpêkirinên mafan zêde bûn. Di vê Hefteya Mafên Mirovan de binpêkirina mafan di asta bilind de berdewam die û berpirsiyar jî Wezreta Dadê ye."   Piştî Aycanê bavê girtiyê di girtîgeha Xerpêtê de Nîhat Îldan axivî û diyar kir ku tundiya heyeyî ya li girtîgehan berdewam dike. Nîhat ê ku diyar kir lawê wî 42 rojan di odeya bi sunger de hatiye hiştin wiha dirêjî da axaftina xwe: "Berê jî dem bi dem qedexeya telefonê û her wekîdin di hat kirin lê di 4 mehên dawîn de em bi tu awayî nikarin bi lawê xwe re têkiliyê daynin. Em tenê pere dişînin ew jî digihêye yan nagihêyê em nizanin."   'Tundî di ser jinan re dikeve meriyetê'   Satiye Ok ya ku xwişka wê di girtîgehê de ye jî wiha got: "Hikûmeta AKP'ê ku pitî şerê desthilatdariyê zextên li ser civakê zêde kirin ji aliyekî de jî van zextan li girtîgehan jî dixe meriyetê. Di vî derbarî de jî girtîgeha xerpêtê ya yekem hat hilbijartin û ev 3-4 meh in em tu agahiyê ji xizmên xwe yên girtî nagirin. Xuşka min ji ber ku dema hat sirgûnkirin lêgerîna tazî red kir bi cezayê odeya bi sunger re rûbirû hat hiştin. Ji hemû binpêkirinên mafan û pêkanînên dijmirovî yên li girtîgehan îktîdar, Wezareta Dadê û Mudurê Girtîgeha Tîpa T ya Xerpêtê berpirsiyar in."