Li Zûhal Ocay doza heqareta li 'serokomar' hat vekirin 2017-12-12 12:50:09   STENBOL - Li hunermend Zuhal Olcay bi îdaya li Serokê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan heqaret kiriye bi daxwaza ji 1 salê heta 4 salan cezayê girtîgehê doz hat vekirin.   Li Hunermend Zuhal Oclcay a ku di 5'ê tebaxê de li Qadikoyê derket sahneyê bi îdiaya herqaret li Serokê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan kiriye doz hat vekirin.  Di 7'ê tebaxê de li ser giliyê ku hat kirin Muduryeta Emniyetê dîmenên vîdeoyê yên ku dema hunermend stran digotin lêkolîn kir û bi belgeyeke ku hat amadekirin ji Serdozgeriya Komarê ya Anadoliyê re şandin. Di lêpirsîna ku  ji aliyê Buruya Lêpirsînê ya Çapemeniyê ve hat rêvebirin de hat îdiakirin ku gotina sitrana Zuhalê ya bi sernavê "Boşvermîşîm dunyayî - Min guh neda cîhanê" de ji bo serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan hatiye gotin û heqeret lê ahtiye kirin. Zuhal a ku di çarçoveya lêprisînê de îfade da îdiayên derbarê xwe de qebûl nekriin. Zuhal a ku ji bo wê ji 1 salê hata 4 salan ceza tê xwestin wê di demên pêşde derkeve pêşberî dadger.