Ji bo koçberên Kampa Holê komxebat hat lidarxistin 2017-12-12 11:46:47     HESEKÊ - Rêxistina Sara û Heyva Sor a Kurd ji bo koçberên Kampa Holê komxebatek li ser têkhiştina kesayetî li dar xistin.   Li Kampa koçberan a Holê ya girêdayî Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê  û Heyva Sor a Kurd bi munasebeta 10'ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê li Kampa Holê ya koçberên Iraqê komxebat li ser têkhiştina kesayetî dan. Bi tevlîbûna 16'e endamên jin ên Rêxitina Sara û Heyva Sor a Kurd, her wiha bi beşdarbûna 65 jin û  ciwan ên ereb  ku temenê wan di navbera 12 û 18 salî de ne komxebat hat lidarxistin.    Di destpêkê de berdevka Rêxistina Sara Nûra Xelîl axivî. Nûrayê diyar kir ku armanca wan  ew e ku jin û ciwanên ku li kampê ne di warê parastina mafên xwe û hişmendiyê de bên perwedekirin. Di komxebatê de sînevizyon hat temaşekirin. Kesên beşdarî komxebatê bûn nêrînên xwe anîn ziman. Komxebat bi pirs û nîqaşan hat birêvebirin.    Rêxistina Sara û Heyva Sor a Kurd di komxebatê de şêranî belav kirin. Komxebata li Kampa Holê dê sê rojan berdewam bike.