Di bin navê ‘zewacê’ de rastî îstîsmar û şîdetê hat: Carek din teqez… 2017-12-12 09:10:18   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Hatîce di temenê biçûk de bi kurapê wê re hat zewicandin. Piştre malbatê got 'tu jinek jinebî yî, ji bo me pisgirêk î’ di bin navê zewacê de bi mêrekî din re neçar ma bijî. Hatîce berê xwe dide paşerojê û dibêje: “Gelo bedena min a biçûk çawa ji vê civakê re bû pirsgirêk?”. Hatîce tevlî îşkenceya sîstematîk bi pêngavên xurt dibêje: "carek din ez tu caran serî natewînim."   Em Hatîceyê li baxçeyê nareciyê dema dixebite dibînin… me dixwest em bi Hatîceyê re li ser binpêkirina keda wan biaxivin lê wê behsa kêliyeke din a jiyana xwe kir. Hatîceyê ji ber ewlehiyê paşnavê xwe nabêje.    Di zarokatiyê de jineke ‘jinebî’   Hatîceyê diyar dike ku di 15 saliya wê de bi zorê bi kurapê wê re tê zewicandin û  du mehan bi wî mêrî re dijî. Du meh bi şîdeta fîzîkî û derûnî derbas dibe. Kurapê wê dibêje ‘Ez te êdî naecibînim û dike der’. Pêkanîna di bin navê zewacê de pê re hatiye rû, di esasê de îstîsmar û ensest e. Hatîceyê got dema ew kiriye der, çûye cem malbatê û ji nû ve dîsa tê zewicandin. Lê vê carê jî zextên civakî dikevin dewrê. Bi çavên civakê Hatîceyê êdî jinek jinebî ye.   Hatîceyê vê carê bi mêrekî ku gelek jê mezintir û astengdar re tê zewicandin. Hatîceyê bi mêrê ku dizewice re li Tokatê bicih dibe. Hatîceyê ji ber cudabûnên çandî rastî heqeret û gotinên nîjadperest tê. Hatîceyê vê carê hem rastî şîdeta mêr û hem jî ya malbata mêr tê.   ‘Bedena min a biçûk pisgirêk bû’   Hatîceyê wiha got: “Kurapê min ez kirim der. Ez çûm cem malbatê ku hinek rehet bikim. Lê wan carek din serê min şewitand. Malbatê ez avêtim hembêza şîdetê. Min fêm kiribû ku bedena min a biçûk ji civatê re prisgirêk e. Malbatê got ‘tu jinek jinebî yî, ev ji bo me pirsgirêk e, divê tu bizewicî.’Ma hîna ez çend salî bûm. Gelo wê çi zirara min ji wan re hebûya?”   ‘Min dît ku şîdet zêde bûye’   Hatîceyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku bi mêrekî mezin û astengdar re hatiye zewicandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Min dizanîbû wê şîdet zêdetir bibe. Min hem li mêrekî nexweş dinihêrt, hem jî min egoyên wî yên nexweş tatmîn dikir. Malbata wî jî li ser min şîdeta psîkolojîk pêk dianî. Nedihiştin ez derkevim baxçe. Min dixwest ez jê xilas bibim lê malbatê destûr neda. Tevlî vê êşê min berxwe da. Hevjînê min digot ‘tu min dixapînî’ û ji ber vê nedihişt ez derkevim derve”   Carek din teqez…    Hatîceyê ji nû ve vedigere mala xwe lê vê carê tu tişt ne wek berê ye. Hatîceyê diyar dike ku êdî serî li dijî şîdetê natewîne û wiha got: “Wan du caran ez xistim nav şîdeta mêr. Nehiştin ez bixwînim, ez rê bidim ber jiyana xwe. Ji vir şûnde ez ê bixebitim û hewcedarê kesî nebim. Ez niha 28 salî me. Careke din li dijî şîdetê serî natewînim.”