Koçberî, xizanî, cudadîtin: Têkoşîna jiyanê ya Nîdê 2017-12-12 09:06:45   Dîlan Babat   WAN - Nîdê Eshad a ji welatê xwe ji ber şer koç kir û bi heviyekê li Wanê bi cih bû, li wir jî ji neçarî parsektiyê dike. Nîdê Eshad wiha got: “Ji ber em ziman nizanin û penaber in kes kar nade me.”   Nîdê Esad a ji ber şer ji welatê xwe koç kir û li Wanê bi cih bû, bi parsekiyê debara xwe dike û çîroka we ya bi êş wiha vedibêje.   ‘Kes kar nade me’   Nîdê Eshad ji ber şerê li Sûriyeyê derketiye, welat û bîranînên xwe hişt û koç kir. Çîroka koçberiyê ya Nîdê 6 sal berê dest pê dike û bi 7 zarokên xwe re li kolanên Wanê têkoşîna jiyanê dide. Nîdê bi lêv kir ku  hevjînê wê ji ber nexweşiya dil û pirsgirêka ziman nikare bixebite.   Nîdê di xaniyekî hatiye terkirin de jiyana xwe didomîne û diyar kir ku li Tirkiyeyê jî şerekî cuda heye. Nîdê wiha pê de çû: “Li Tirkiyeyê şert û mercê jiyanê gelek zehmet in. Ji ber em ziman nizanin û wek penaber li derve dixebitin kes kar nade me.”   ‘Wê em ê bikuştina’   Nîdê daxuyakirin ku ji bo zarokên wê birçî nemîne parsekiyê dike û wiha pê de çû: “ Em rastî heqeretan tên. Min qet nedixwest axa xwe terk bikim. Bi hezaran kes mir in. Ez û zarokên xwe li wir bimana em ê bimirana.”   'Sobe heye komir tuneye'   Nîdê destnîşan kir ku xaniyê niha tê de dimîne gelek xerabe ye û mirov nikarin tê de bimînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Avahiya niha em tê de ne hatiye terkirin. Zivistan hat tenê sobeyek heye. Kesên gunehê wan bi zarokên min hat sobeyek dan. Lê komir û êzing tuneye. Ji ber em sobeyê pênaxin, zarokên me hev û din hembêz dikin û radizên. Ev 6 sal in têkoşîna jiyanê didim. Şert û mercên jiyanê, gelek zor in û ji hebûna me jî bi gazinc in.”