Li Yukselê roja 398'emîn: 3 kes hatin binçavkirin 2017-12-11 16:12:46   ENQERE - Polîsan di roja 398’an de mudaxeleyî çalakiya Kolana Yukselê kir û 3 ke binçav kirin.    Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ket roja 278’an û çalakiya kedkarên piştevaniyê didin Gulmen û Ozakça ya “Em karê xwe paş ve dixwazin” 398 roj li pey xwe hişt.    Çalakvanên xwestin li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Yukselê çalakiyê li dar bixin lê polîsan destûr neda. Bi vekirina pankart û berzkirina dirûşman re polîsan mudaxeleyî çalakgeran kir û 3 çalakger binçav kirin.