Jinên kurd li Almanyayê rêxistinbûna xwe xurt dikin 2017-12-11 14:56:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a DEST ku li Almanyayê ye 6'emîn kongreya xwe li dar xist û li Braunschweîgê jî Komuna Şehîd Zozan Cudî hat avakirin.   Meclisa Jinan a DEST -DAN ku li payitextê Almanya Berlînê ye 6'emîn Kongreya xwe ya Asayî li eywana civînê ya NAV - DEM'ê li dar xist. Kongreya ku sed delege tevli bûn, diyariyî Hulya Eroglu (Delal Amed), Aze Malazgîrt û kesên bi wan re li Bestayê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan hat kirin.     Di kongreya ku peyama Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) hat xwendin de, rapora xebatê ya salekê a Meclisa Jinên DEST - DAN hat xwendin û çalakiyên ku hatin li darixistin hatin nirxandin.   Di kongreya ku bi coş hat lidarxistin de li gel 59 endamên meclisê rêveberiya ku ji 3 kesan pêk tê jî hat hilbijartin. Di dema pêşiya me de Meclisa Jinan, komîsyona rêxistinê, têkiliya derve, komîsyona jinên ciwan, komîsyona civakî, çapemenî, çand, perwerde, li gel komîsyonên PYD'ê û Rojhilat wê bi nûnerên Meclisa Jinên Êzidî ku bên şandin xebatên xwe berdewam bike.   Herwiha di kongreyê de Yeter Polat a ku sala çûyî li Berlînê ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin jî hat bîranîn.   Jinan di axaftinên ku kirin de diyar kirin ku divê li dora Abdullah Ocalan bibin xeleka azadiyê. Kongre bi nîşandana sînevîzyon û bi bernameya muzîkê ya ku ji aliyê Komîsyona Çandê ya NAV-DEMÊ ve hatibû amadekirin ku li ber govend hat gerandin hat bidawîkirin.   Komuna Şehîd Zozan Cûdî hat avakirin   Li bajarê Almanya Braunschweîgê, li avahiya Dîe Lînke jinên Kurdistanî hatin gel hev û Komuna Şehîd Zozan Cudî ya Braunschweîgê damezrandin. Di civîna ku bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo berxwedêrên azadiyê hat destpêkirin, bal hat kişandin ser pêşengiya Abdullah Ocalan a derbarê jinan de. Piştî axaftinên ku hatin kirin ji bo di komîsyonan de bixebitin 13 endam hatin hilbijartin.   Ji bo berdevkiya komunê jî Evîn Meryem Çakir, Şehrîban Sozen û Leyla Mohamad hatin hilbijartin.   Civîn bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û bi çepikan bi dawî bû.