ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2017'AN 2017-12-11 09:00:00   *Yek ji welatên ku herî zêde mafên jinan lê tê binpêkirin Îran e. Li gel binpêkirina mafên jinan li Îranê kurdbûyîn jî zehmetiya herî giran e. Her roj ji ber zext û êrîşên rejîmê bi dehan mirov koçî welatên cuda dikin. Leylayê jî yek ji wan e. Leylayê diyar kir ku li Îranê qanûn û rêveberî li gorî rastiyên rejîmê tên çêkirin û got ku li Îranê kurdbûyîn ji bo rejîmê talûkeyeke mezin e. BI DÎMEN   *Ji destpêka aloziya Sûriyeyê bi hezaran çîrokên bi êş û dijwarî hatine jiyîn. Bi taybetî jî çîrokên jinên ku bi hovîtiya DAÎŞ'ê re rû bi rû mane. Çeteyên DAÎŞ'ê yên ku bi navê îslamiyetê hovîtiya xwe li ser gelan dimeşînin, gelek birîn û êş di dilê mirovan de hiştine. Yek ji çîrokên bi êş jî çîroka malbata Emîne Muhemed e.    *Li Bajarê Serêkaniyê di 27'ê Mijdara 2013'an de Navenda Çandê ya Weşûkanî hat  vekirin. Navend bi vekirina xwe re kar û xebatên komên xwe berfireh kir û  5 beşên çandê cihê xwe  di vê navenda çand û hunera Serêkaniyê de girtin.   *Seroka Şaxa yekemîn a Tumbelsen a Enqereyê Hulya Kiliç  qanûnên ku hikûmeta AKP’ê di demên dawî de pêşkêş dike û polîtîkayên zextê yên li ser jinan nirxand û got: “ Em jin wê li dijî qanûn û îxracan serî netewînin. Heta dawî em ê berxwe bidin.”   *Li Nisêbînê  piştî pevçûnên hatin jiyîn Havîn Guneş a 3 salî û Fatîh Guneş ê 5 salî dema li baxçeyê mala xwe dilîstin ji ber teqîna cîsmeke ku nayê zanîn ji ku hatiye  jiyana xwe ji dest dan. Dosyaya derbarê wan de hatiye vekirin tevlî 10 meh derbas bûye jî hîna tu pêşketin tuneye.   *Zarokên li taxa Kaleyê ya Enqereyê dijîn ji ber dixebitin nikarin bixwînin. Zarokên temenê wan di navbera 8 û 13’an de diguhere, beşek mezin a dema xwe li Kelehê bi xebatê derbas dikin. Zarokên dibin şahidên firotina hişberê jî, xeyala wan a herî mezin ew e ku 'ji bo kesên xerab bigirin, bibin Supermen.' BI DÎMEN   *Li bazara xurdeyê de jinên ku bi firotina cil û bergên kevn debara xwe dikin gotin: “ Em li Tirkiyeyê di bin sînorê birçîbûnê de dijîn.Yên em anîne vê rewşê dixwazin me bi bîrçîbûnê terbiye bikin.”