Qedexeya ku li gundên Amedê hat rakirin li Nisêbînê berdewam dike 2017-12-10 13:37:35   AMED/MÊRDÎN - Li 51 gund û gundikên girêdayî 5 navçeyên Amedê bi hinceta operasyonên leşkerî qedexeya derketina kolanan a ku hatibû îlankirin hat rakirin. Li 4 gundên girêdayîn Nisêbînê jî qedxeya derketina kolanan hat îlankirin.   Walîtiya Amedê diyar kir ku qedexeya di 8'ê kanûnê de li 51 gund û gundikên girêdayî navçeya Licê, Karaz, Farqîn, Hezro û li Pasûra Amedê ku bi hinceta operasyonên leşkerî hatibû îlankirin hat rakirin.    Herwiha li gorî daxuyaniya ku ji aliyê walîtiya Mêrdînê ve hat dayîn jî, hat diyarkirin ku bi hinceta operasyonên leşkerî li 4  gundên girêdayî Nisêbîna Mêrdînê jî li 4 gundan qedexeya derketina kolanan hatiye ragihandin.