Li Bursayê jinek hat qetilkirin 2017-12-10 11:35:29   BURSA - Li Bursayê jina bi navê Nafiye Şahîn, ji aliyê mêrvê ku li cem dixebitî yê bi navê Kemal Y. ve hat qetilkirin.   Li navçeya Osmangazî ya Bursayê duh êvarê mêrê bi navê Kemal Y.(61)  hat ber deriyê mala Nafiyê Şahîn û ew tehdît kir. Kemal ê ku Nafiye tehdît kir piştre bi demançeyê ew giran birîndar kir.  Kemal piştî ku nafiye birîdar kir ji cihê bûyerê reviya û Nafiyeyê jî rakirin Nexweşcaneya Dewletê. Nafiye li gel hemû mudaxeleyan berê sibehê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.