'Dixwazin xebatên şaredariyên me vala derxînin' 2017-12-10 10:07:03   AMED- DBP’ê der barê îcraatên qeyûmên ku ev saleke tayînî şaredariyê bûne de raporek amade kir û wê di 11’ê Kanûnê de aşkera bike. Cigira Hevsreoka Giştî ya DBP’ê Seher Tumer der barê raporê de agahî da û got: “Qeyûm tê wateya xespkirina îradeya gel.  Dixwazin xebatên şaredariyên me vala derxînin.”   Îradeya gel tine hatibû hesibandin û bi talîmata Wezareta KarêN hundir re li şûna şaredarên hatibûn hilbijartin qeyûm hatin tayînkirin. Di çarçoveya OHAL'ê de  di 15’ê Tebaxa 2016’an de KHK'ya hejmar 674 hat Îmzekirin.  Piştî vê qeyûm hatin tayînkirin. Di 11’ê îlona 2016’an de dest danîn ser şaredariyan. Bi giştî qeyûm tayînî  94 şaredariyên DBP’ê hatin kirin. DBP’ê jî îcraata salekê ya qeyûman kir rapor û wê bi raya giştî re parve bike.   Cigira Hevserokatiya Giştî a DBP’ê Seher Tumer der barê raporê de agahî da û diyar kir ku piştî tayînkirina qeyûman projeyên şaredariyê wek projeyên xwe nîşan dane.   ‘Me anî hefteya mafê mirovan’   Seherê bi lêv kir ku bi KHK’yan qeyûm tayînê şaredariyên DBP’ê hatin kirin û wiha pê de çû: “Em ê der barê xebatên qeyûman de daxuyaniyekê bidin. Di 11’ê Kanûnê de  li Demîr Otelê saet di 10’an de em ê daxuyaniya xwe bidin. Em ê bi tevlîbûnek mezin vê daxuyaniyê bidin. Ji bo daxuyaniya ku wê bê dayîn gelek sazî û çapemenî hatin vexwendin. Me bi taybet xist hefteya mafên mirovan.  Pirsgirêka qeyûm piştî  15’ê Tîrmehê di xespkirina mafên mirovan de rudine.”   Seherê bi lêv kir ku bi qeyûman re xebat û tecrubeyên 18 salan ji holê tên rakirin û got  wê der barê vê de raporeke gelek berfireh biweşînin.