Pîrebokên Kampusê her hefte bi jinên zanîngehê re tên cem hev 2017-12-10 09:48:35   Pîroz Zirig   DÎLOK- Pîrebokên Kampusê yên her roja şemiyê li Zanîngeha Dîlokê bi jinan re tên cem hev, der barê mijarên mafên jinan, tacîz, tecawiz, zayenda civakî, hişmendiya zayendî û nasnameya jinê de xebatê dikin û jinan agahdar dikin.   Pîrebokên Kampusê ku bi armanca piştevaniya li dijî şîdeta li ser jinan û pirsgirêkên jinên zanîngehê yên li yurdê û kapusan hat avakirin, her şemî li Zanîngeha Dîlokê bi xwendekarên jin re tên cem hev.  Pîrebokên Kampusê ku li gelek zanîngehên Tirkiye û Kurdistanê xwe bi rêxistin kirine her hefte li Dîlokê li kafeyekê bi xwendekarên jin re tên cem hev û pirsgirêkên jinan nîqaş dikin, pêşniyarên çareseriyê parve dikin.   ‘Me hewl da em nîşan bidin ku em li virin’   Endama Pîrebokên Kampusê ya ji Zanîngeha Mersînê Şîlan Surmelî  diyar kir ku  tora piştevaniyê ya bi xwendekarên Zanîngeha Dîlokê re ava kirine. Şîlan wiha got: “Me wek Pîrebokên Kamusê demek dirêj li Zanîngeha Dîlokê xebatên rêxistinkirinê meşand.  Di encama xebatek dirêj de sala borî me xwe bi rêxistin kir. Di destpêkê de em bi jinan re hatin cem hev, me fîlm temaşe kirin û gelek bername pêk anîn. Me bi qutiyên paqijiyê û bruşoran hewl da em nîşanî jinan bidin ku em li vir in.”   ‘Bernameyên me wê bidomin, em ê li kolanan bin’   Şîlanê behsa bername û faliyetên li Dîlokê meşandine kir û ev tişt anî ziman: “Me îsal bi jinên Zanîngeha Dîlokê re kovar û broşurên xwe belav kirin. Em di kovarên xwe de armanc dikin ku bi jinan re bimeşin. Îsal li ser ‘zayenda civakî, hişmendiya zayendê, femînîzm û têkoşîna jinê’ fîlm hatin nîşandan. Em plan dikin ku civîn û panelan pêk bînin. Me dest bi pêvajoyek xurt kir. Em ê îsal li kolanan, qadan dengê xwe bidin bihistin. Çawa em di 25’ê Mijdarê û 8’ê Adarê de li qadan bûn wê di sala pêş de jî wisa be.”