Gelên Til Temirê: Em bejna xwe li hember dijmin natewînin 2017-12-10 09:06:29   Ronîda Hacî   TIL TEMIR - Xizmên kesênku li Til Temirê di teqîna 10'ê Kanûna 2015'an de jiyana xwe ji dest dan, derbarê teqînê de hestên xwe anîn ziman.   Li bajarê Til Temirê yê girêdayî Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê di 10'ê Kanûna 2015'an li navenda bajêr de sê teqîn bi erebeyên bombekirî ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve pêk hat. Di encama van teqînan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan birîndar çêbûn, her wiha ziyanên madî yên mezin jî çêbûn. Teqîna yekemîn li ber bazara EL-Hal, a duyemîn li pêş nexweşxaneya bajêr û ya 3'yemîn jî di nava bazara navendî ya bajêr de pêk hat. Piştî wan teqînan Meclisa Gel û Saziya Malbatên Şehîdan a bajêr navê 26 kesên ku jiyana xwe di van teqînan de ji dest dabûn, eşkere kir. 14 Ereb, 8 Kurd û 4 Aşûrîyân jiyana xwe ji dest dabûn. Di nav kesên ku jiyana xwe ji dest dan de pênc jin hebûn. Navên wan : Mîliya Tolo, Hemîda Sedê, Kelsûma Ehmed, Emşa Mihemed û Menîfa Sedê ye.   Cîgira Seroka Kongra Star a bajarê Til Temirê Gulîxan Tahir kesên ku di vê komkujiyê de jiyana xwe ji destt dabûn bibîr anî û wiha got: "Ev teqîn bi destên çeteyên hov çeteyên DAÎŞ'ê pêk hat. Ev êrîşa hovane ne tenê li ser gelê Kurd bû, ev êrîş li gelê Ereb, Kurd û Aşûrî hat kirin, armanca wan binxistina biratiya gelan bû lê bi van teqînan biratiya gelan xurtir bû û armanc çeteyan vala derket. Îro jî em dibînin çawa ev gel hemû bi hev re tevlî hilbijartinên komîn û meclisan bûn û berê xwe dan sendoqan. Di van hilbijartinan de peyama gelan ew e  ku tu kes nikare biratiya gelan asteng bike. Gelên Til Temirê tu caran bejna xwe li hember dijmin netewand û dê netewîne. Êdî gihiştine wê baweriyê ku Projeya Federaliya Demokratîk çareseriya aloziya Sûriyê ye."   Şemsa Seadê ku xwişka xwe Hemîda, Minîfa û jinbira xwe Emşa di teqîna Til Temir de winda kiriye, ew bibîr anî û wiha got: "Destpêkê de em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin. Ev du sal li ser teqîna Til Temirê re derbas bû. Şehadeta herdu xwişkên min û jinbira min êşeke pir mezin bû. Êvarê di seat 5'an di Remezanê de teqîn li Til Temirê pêk hat, çeteyên ku bi navê Îslamiyetê bang dikin ev êrîşa û komkujiya hovane di meha pîroz de pêk anîn. Dema dengê teqînê hat, ez bi revê gihaştim mala xwişka xwe Hemîda,lê mal li ser Hemîda, Minîfa û Emşayê hatibû hilweşandin û jiyana xwe ji dest dabûn."   Şemsayê wiha li ser jiyana xwişka xwe Hemîda, Minîfa û jinbira xwe Emşayê axivî: "Xwişka min Hemîda heta pola 9'an xwend, Hemîda zewicî ye, 12 salan li cem bijîşk Hesen perwerdeya xwe dît, paşê dema li Til Temir nexweşxane hate vekirin Hemîda wekî bijîşkekê cihê xwe tê de girt. Kar li ku hatiba xwestin Hemîdayê cihê xwe tê de digirt û pir ji hevalên xwe hez dikir. Minîfayê jî di malê de pir delalî bû û ji me hez dikir, ew xwişka me ya mezin bû wekî dayika me bû, lê ew derbasî dibistanê nebû, di teqînê de ew û jinbira min çûbûn cem xwişka min Hemîda û bi hev re jiyana xwe ji dest dan. Emşa jî hem jinbira min hem jî keça apê min e, zarokên wê tune bû, wê pir ji me hez dikir."   Newaf Hisên Ebid (15) salî ji ber teqînên li Til Temirê herdu destên xwe winda kir. Newaf wiha behsa wê rojê kir: "Min di teqîna Til Temirê de herdu destên xwe winda kirin, ez pir aciz bûm, ji bo wê piştî ku herdu destên min jêbûn ez ji dibistana xwe derketim, min pir ji dibistana xwe hez dikir dûrbûna min ji dibistanê ji ber hovîtiya çeteyên DAîŞ'ê û hevkarên wan e."   Emel Kako hevala Mîliyayê wiha behsa wê kir: "Mîliya bijîşkek di beşê jinê de kar û xebatê xwe dimeşand û ew hevalek pir hêja bû, me pir ji hev hez dikir. Revandina xelkê me yê Aşûrî ji hêla çeteyan û şehadeta Mîliya êşên mezin bûn ji bo me. Mîliyayê zewicîbû û hevjînê wê jiyana xwe ji dest dabû, zarokên wê jî tune bûn. Ez tu carî wê ji bîr nakim. Di vê teqînê de gelê Til Temirê destên xwe dan hev û bi hev re êşa xwe derman kirin û biratiya gelan xurtir kirin."   Dayika bi navê Ezîza Hemîd Xelef ku ew jî di teqîna Til Temirê de birîndar bûbû, di vê salê de ji ber teqîna hovane kurê wê jiyana xwe ji dest da: "Di vê teqînê de em hemû li mal bûn, dema teqîn çêbû mal bi ser serê me ket xwarê, em hemû birîndar bûn, lê kurê min (45) salî Hesen Şukirî bavê 2 zarokan teqînê bandorek pir mezin li serê wî kir, paşê jî nexweşiya piskolojîk pê re çêbû, ev nêzî du sal in ji malê dernediket. Me bi alîkariya Heyva Sor a Kurd ew bir cem gelek bijîşkan, lê ew baş nebû û beriya mehekê xwe darve kir û jiyana xwe ji dest da."