Di çalakiya 'Em karê xwe paşve dixwazin' de 6 kes hatin binçavkirin 2017-12-09 15:13:02   ENQERE - Çalakiya "Em karê xwe paşve dixwazin" li Kolana Yukselê 396 roj e dewam dike û di êrîşa polîsan de 6 kes hatin binçavkirin.   Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça 276 roj e dewam dike. Çalakiya "Em karê xwe paşve dixwazin" ya li Kolana Yukselê hatiye destpêkirin, 396 roj li dû xwe hişt. Çalakvanan xwest li ber Bîrdariya Mafê Mirovan daxuyaniyê bidin çapemeniyê.    Çalakvanên xwestin daxuyaniyê bidin polîsan êrîşî wan kir û 6 kes binçav kir.