Jinên rewşenbîr bingeha avakirina civaka çandî û hûnerî ne 2017-12-09 15:07:44   KOBANÊ - Jinên rewşenbîr ku cihê xwe di nav duyemîn konferansa Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê de girtin nerînên xwe anîn ziman û gotin:" Jina rewşenbîr roleke pir girîng di avakirin û pêşxistina civakê de dilîze. "   Duyemîn Konferansa rewşenbîrên Kantona Kobanê di bin dirûşma " Hişmendiya rewşenbîrên azad mîsogeriya netewa demokratik e" li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kantona Kobanê ya herêma Firatê, bi tevlîbûna 200 delegeyî pêk hat. Jinên rewşenbîr ku tevlî konferansê bûn rola jina rewşenbîr di civakê de nirxandin.     Jin bingeha yekîtiya rewşenbîran e   Endama Yekîtiya rewşenbîrên Kantona Kobanê Şêrîn Osman diyar kir ku rola jinê bingehîn e û pir girîng e di pêşxistina kar û xebatên yekîtiya rewşenbîran de û wiha domand" Di modela pergala Netewa Demokratîk de jin cihê xwe di her qadê de digire û roleke pir girîng di pêşxistina rêxistinê de dilîze".    Dayik rewşenbîra herî mezin e   Endama Yekîtiya rewşenbîrên Kobanê Leyla Ehmed jî anî ziman ku rewşenbîrê herî mezin dayik e û wiha got:" Îro bi nasnameya jina rewşenbîr em tevlî vê konferansê bûne, Taybet e ku jin bi hest, îrade û vîna xwe dinivîse. Rewşenbîrê herî mezin dayik e ji ber ew zarokan perwerde dike, jina rewşenbîr jî tevahî civakê perwerde û zane dike."   Jin bingeha avakirina şoreşa çandî ye   Her wiha berdevka Saziya Yekîtî û piştgiriya gelan a Kantona Kobanê Bêrîtan Asiya kêfxweşiya xwe ya tevlîbûna konferansê anî ziman û got: " Konferansa ku îro tê lidarxistin wê bibe bingeha şoreşa çandî û hûnerî. Bi taybet jî jinên rewşenbîr roleke pir girîng di şoreşa jinê de dilîze. Jinên rewşenbîr roleke hesas di şikandina sîstema desthilatdar de dilîzin. Ev konferans ji bo civakê wê guhertineke erênî çê bikê."